Qubad Talebanî cîgirê serowkezîrê Herêma Kurdistanê daxwaz ji derçûyên îsal yên zanîngeha Amerîkayê li Silêmaniyê kir ku bi piroje û pisporya xwe beşdariyê di vejandina infrastruktura aboriya Herêma Kurdistanê da bikin û piştevaniya xwe jî ji bo hevsengîya navbera jin û mêran di bazarê karî da nîşan da.
Talebanî di merasima derçûna xwendekarên Zanîngeha Amerîkayê li Silêmaniyê, roja 13.05.2019ê, gotarek pêşkeş kir, pîrozbahî li xwendekarên derçûyên zanîngehê kir û tekîd li ser wê yekê kir ku ji bo her welatekî îmkanên mirovên şareza mezintirîn sermaye ye û rewşa Japon û Almayayê ya piştî Şerê Duyem yê Cîahnê weke mînak înan ku wan welatn bişt bestin bi hêza karî ya şareza û zanîngehên bihêz karîn di nava demeke kurt da rabin ser lingên xwe û aboriyek xurt binyat bikin.
Cîgirê serokwezîr pesna asta zanîngehên Kurdistanê û di navda ya Amerîkayê da û diyar kir ku bi tenê wergirtina birwanameyê bes nîne, lê divê pêşneg bûn di pêşxistina sektora karî û pêşkeşkirina hizir û pirojeyên taybet ku qonaxa niha pêwîstî pê heye bi taybetî di warê zîraet, tûrîzm û pîşesazî da.
Talebanî got ku divê Herêma Kurdistanê felsefe û rêbazeka aborî ya diyarkirê û minasib hilbijêre, wî got ku ew geşbîne ku kabîneya nû ya hikûmeta Herêma Kurdistanê dê li ser çaksaziyê berdewam be, asata xizmetgozariyan bilind bike û zêdetir giringiyê bi vejandina bazar bide û dê sektora taybet pêş bixe ku derfetên karî ji bo gêncan û bi taybetî ji bo derçûyên zanîngeha biafirîne.
Qubad Talebanî cîgirê serowkezîrê Herêma Kurdistanê di dawiya peyva xwe da piştevaniya xwe ji bo karê jinan û ketina jinan di nav bazarê karî û xwedî pirojeyên xwe yên taybet bin û daxwaz kir ku jinên xwedî birwaname bi îradeyeka bihêz hemû wan astengiyan ku rêgirên li pêşiya, bişkênin.