Kurdistan Regional Government


 

Qubad Talebanî di merasima derçûyên Zanîngeha Amerîkayê da gotarek pêşkeş kir

Qubad Talebanî cîgirê serowkezîrê Herêma Kurdistanê daxwaz ji derçûyên îsal yên zanîngeha Amerîkayê li Silêmaniyê kir ku bi piroje û pisporya xwe beşdariyê di vejandina infrastruktura aboriya Herêma Kurdistanê da bikin û piştevaniya xwe jî ji bo hevsengîya navbera jin û mêran di bazarê karî da nîşan da.

Talebanî di merasima derçûna xwendekarên Zanîngeha Amerîkayê li Silêmaniyê, roja 13.05.2019ê, gotarek pêşkeş kir, pîrozbahî li xwendekarên derçûyên zanîngehê kir û tekîd li ser wê yekê kir ku ji bo her welatekî îmkanên mirovên şareza mezintirîn  sermaye ye û rewşa Japon û Almayayê  ya piştî Şerê Duyem yê Cîahnê weke mînak înan ku wan welatn bişt bestin bi hêza karî ya şareza û zanîngehên bihêz karîn di nava demeke kurt da rabin ser lingên xwe û aboriyek xurt binyat bikin.

Cîgirê serokwezîr pesna asta zanîngehên Kurdistanê û di navda ya Amerîkayê da û diyar kir ku bi tenê wergirtina birwanameyê bes nîne, lê divê pêşneg bûn di pêşxistina sektora karî û pêşkeşkirina hizir û pirojeyên taybet ku qonaxa niha pêwîstî pê heye bi taybetî di warê zîraet, tûrîzm û pîşesazî da.

Talebanî got ku divê Herêma Kurdistanê felsefe û rêbazeka aborî ya diyarkirê û minasib hilbijêre, wî got ku ew geşbîne ku kabîneya nû ya hikûmeta Herêma Kurdistanê dê li ser çaksaziyê berdewam be,  asata xizmetgozariyan bilind bike û zêdetir giringiyê bi vejandina bazar bide û dê sektora taybet pêş bixe ku derfetên karî ji bo gêncan û bi taybetî ji bo derçûyên zanîngeha biafirîne.

Qubad Talebanî cîgirê serowkezîrê Herêma Kurdistanê di dawiya peyva xwe da piştevaniya xwe ji bo karê jinan û ketina jinan di nav bazarê karî û xwedî pirojeyên xwe yên taybet bin û daxwaz kir ku jinên xwedî birwaname  bi îradeyeka bihêz  hemû wan astengiyan ku rêgirên li pêşiya, bişkênin.