Kurdistan Regional Government


 

Puxteyek Derbarê Kurdistanê

  • Herêma Kurdistanê ku hejmara xelkê wê pênc milyon û 200 hezar kese  û ji hersê parêzgehên Hewlêr، Silêmanî û Duhok pêkdhê،  ku rûbera hersêka pêkeve nizî çil hezar kîlomêterên çargoşe – ku mezintire ji rûberê Holenda û çarcaran jî bi qasî rûberê Lubnanê ye. Ev amare tenê ya her sê parêzgehên ku dibin desthelata Hikumeta Herêma kurdistanê dene û navçeyên Kurdistanyên dervey îdareya herêmê li  sînûrê parêzgehên Neynawa û Selahedîn û Kerkuk û Dyala têde nîne.
  • Cugrafya Herêma Kurdistanê heme core ji ber ku pêkhatye ji deştên gerim û hişk ta di gehe navçeyên çiyayî û fênik pir li barîna baran û berfê li werza zivstanê û kanyên siruştî û sar û ewreng li werza havînê.
  • Seyrangerên bîyanî bi germî dihên pêşwazî kirin.mîdya nêvdewletî û bazirgan dinêv wê hejmara mezina seyrangera dane ku serdana  Kurdistanê  dikin، herweha ew kurdên ku ji derveya welat vedigerin.
  • Di dema cenga azadkirina Iraqî de، yek ji serbazên hêzên Hevpeyman li   Kurdistanê  canê xwe wenda nekir،herweha hîç kesekê bîyanî nehate revandin li wan navçeyên bin desthelata hikumeta Herêma Kurdistanê de.her ji meha gulana sala 2007 piştî ku hêzên hevpeyman erka parastna navçeyê daye destê hikumeta herêma kurdistanê, li wê demê ve bihevkarya welatîyan hêzên ewlehya Herêma Kurdistanê asayş û aramî ya navçeyê ya parastî.
  • Hikumeta Herêma Kurdistanê desthelata cîbcî kirnê ye ligor yasayên Herêma Kurdistanê peyrew dike ku ji alyê Perlemana  Kurdistanê  ve hatine darêjtin.herweha kabîneya heştê bi serokatya Nêçîrvan Barzanî li buhara 2014 dest bi kar bûye.
  • Destûra Iraqa Fedral Hikumeta Herêma Kurdistanê û Perlemana Kurdistan û tev sazîyên din yên fermî li herêma kurdistan bi fermî naskirîne. herweha hêzên pêşmerge jî weke zêrevanên sînûrên herêmê nas dike.
  • kabîneya heştê ya hikumetê، ku hikumetekî hevpeymanî ye û çendîn partên syasî li xwe digre ku renkvedana tevaya pêkhateyên xelkê   Kurdistanê  ye ji netewên Kildan ، Aşûrî، Siryan ، Turkman، Êzdî، Ereb، û Kurd ku jîyana xwe bi tevayî bi hevre derbas dikin.
  • bêtr ji sedê heştê ij gundên   Kurdistanê  piştî wêrankirina wan bi destên rijîma Sedam Husên di dema piroseya Enfalan de dij gelê kurd ku di salên heştê yan encamda، dûbare hatîne vejandin û avakirin.
  • Zimanê kurdî ,bingeha wî ji zimanên Hindu Ewrupî ye û ji malbata zimanên Iranye weku Farsî û Peşto û cwdaye ji zimanê Erebî. soranî û kurmancî dû devokên serekîyên zimanê kurdî ne.
  • li Herêma Kurdistanê 11 Zanîngehên giştî hene digel zanîngehên Ehlî ku destûra wan hatye dayîn. hin ji wan zanîngeha zimanê Inglîzî weku zimanê serekî jibo fêrkirin û xandinê peyrew dikin، li berçavtrîn zanîngeha  Kurdistanê , zanîngeha kurdistan Hewlêr  û zanîngeha Iraqî Emrîkî ye  Silêmanyê .
  • yasaya weberhênana bîyanî li Herêma Kurdistanê li xezîrana 2006 hatye pesend kirin،ku tev hêsankarya jibo weberhênerên bîyanî pêş kêş dike، ji pêdana zevya û azakirina wan ji baca jibo nêz 10 sala û bi hêsanî veguhastina dahatê xwe.
  • Hikumeta Herêma Kurdistanê çendîn girêbestên hevbeş digel 17 kompanîyên welatan îmzakirîne jiboy ku bi awayekî lezgîn mifa û qazanc ji jêderên siruştî werbigirin.
  • Li Herêma Kurdistanê dû Balefirgehên Nêvdewletî hene، yek Balefirgeha Hewlêr ya nêvdewletî û dû jî Balefirgeha Silêmanî، ku têde geştên rastewxwe jibo Ewrupa û navçeya rojhelata navîn dihên encamdan. herweha balefrgeha Duhok jî niha di qunaxa avakirinê daye.