Kurdistan Regional Government


 

Perlemantoya Kurdistanê

Perlemana Kurdistanê sazîyeka Teşrîya herêmê ye û bi awayekî demokrasî hatye helbjartin û yek civat heye û sê erkên serekî li stuhê xwe digire ew jî:

  • Vekolînkirin ji pirojên yasayên nû.
  • Nêrîn û dufdaçûn bo syaset û birêve çûna hikumetê
  • Gutubêjnkirin li ser pirs û arîşeyên girîngên rojevê

Binemayên avakirina perleman, pêkhatîne ji Azadî ¡ Bihevrejîyana gişt netewe û Ayînên Cuda¡ Lêpirsîn¡ Fire alî ¡Zelal bûn û Nuneratîkirina tev pêkhateyên Kurdistanê.

Yasayên Dîrokî

Perlemana herêma kurdistan çendîn yasayên girîng pejirandîne. ku hinek ji wan Yasaya  pêkhatîne ji:

Bo zanyaryên bêtir û yasayên pejrandnî, hîvî ye serdana malpera Perlemana Kurdistanê bike. 

Pêkhateya Perleman: misogerkirina nunerayetîyekya berfireh

Li gor biryara yasaya hejmar (1) ya sala 1992 ¡ Perlemana Kurdistanê ji (111) kursya pêk dihê  ¡ku ji alyê serokê Perlemanê ve dihê birêvebirin bi hevkarya cêgrî wî. li subata 2009 yasaya helbijartina li herêma kurdistanê hate rastvekirin bi armanca pêdana mafên bêtir bi tev pêkhateyan. jîyê perlemantarê berbjêr ji 30 salyê hate kêmkirin bo 25 salyê û rêjeya 25 ji sedê bo afreta hate zêdekirin bo 30 ji sedê.herweha jimara kursyên ku jibo kêm Netewe û Ola hatbû terxankirin ew jî jibo pênç kursya bo her yek ji Kirîstyan û Turkmana hatîne zêdekirin.

Dîroka Perlemana Kurdistanê
 

Perlemana Kurdistanê di sala 1992 piştî encamdan yekem helbijartina azad û dadwerî di dîroka herêmê û hemû Iraqî de¡ hat avakirin. jiboy parastina welatyên kurdistanê ji îrşên artêşa Iraqê piştî cengê kendavî di sala 1991 de¡ welatên Emrîka û Berîtanya û Ferensa , navçeya dijî firîn li jorî hêla panya 36 raghand ku dinêv xaka kurdistanê de derbas de. Li ser xak jî devereka aram ji alyê supayê 11 welatanve hate dîyarkirin. dyarkirina vê naçveya dije firîn û aram bu sedema vegeryana penabera di gel wan jî ewên ku disalên heftêyan de kurdistan bich hêlaye vegeran welat.

Di piştre di sala 1991 de¡ Sedam Husên hêz û sazyên xweyên îdarî ji navçeyên herêma kurdistanê vekşandin.serbarî wê nexoşî û dilgiranya ku hebû jiber dûrpêçên abûryên nêvdewletî û NY li ser Iraqê¡ Sedam Husên jî dûrpêçên din li ser herêma kurdistanê sepandin wek ragirtina şandina kel û pelên xwarinê û derman û sutemenî û birîna hêza elîktrîkê û rêgirtin ji çuyîna xelkê herêmê bo navçeyên din yên Iraqê.

Di wê rewşa gran û dijwar de, Enya kurdistanê ku ji çend part û alyên syasyên herêma kurdistanê pêkhatbû¡ biryar wergirt jibo encamdana helbjartinên giştî¡ armanca serekî jî ji wê biryarê bo helbjartinên giştî avakirina îdareyekê bû jiboy dabînkirina xizmetkaryên pêwîst û serekî bo welatya.

Xelkê kurdistanê gelekî mereqî helbjartina nunerên xwe bûn¡ helbjartin di 19 mayo/ gulana 1992 de hat lidar xistin¡  ku yekem helbjartina perlemanê azad û dadwerî bû di dîroka Iraqî de. rêjeya heft ji sedê weku kêmtrîn rêje bo her partyeka syasî hate dvyarkirin jiboy bikare nunerên xwe di nêv perlemanê de hebe.

Lê rêjeya dengdanê zor bû¡ bi helbjartineka azad û dadwerî û demokrasî ji alyê çavdêrên bîyanî ve hate qebol kirin. piştî bidehan sala ji diktatoryetê xelkê kurdistanê karîn bo yekem car di dîroka xwe de deng bi nunerên xwe bidin.
  Dive helbjartinê de yekem Civata Niştîmanya Kurdistanê hate pêkanîn û hikumeta herêma kurdistanê di piştre avakir. serokayetî û xelkî herêma kurdistanê biryar wergirt tenê ew yasayên ku mafê Mirov û karê Nêvdewletî bin pê dikin nebn ¡ tev yasayên din yên Iraqî cîbcî bikin.

Li  15 Yolyo/Tîrmeha 1992¡ Civata Niştîmanya Kurdistanê yekem civîna xwe lidar xist û yasaya jimare (1) ku yekem yasa bû pejirand¡ û perleman weku desthelata yasa dananê li herêmê dest nîşankir. Ta  niha çar helbijartinên perlemana kurdistanê hatîne lidar xistin ¡ ew jî li  1992¡ 2005¡ 2009 û 2013. li  sala 2009 navê civata niştîmanya kurdistan guhert bo perlemana kurdistanê.

Gerên Helbijartnên Perlemanî

 

Helbijartinên  Perleman her çar sal carek dihên sazkirin¡ her wek di maddeya (8)ê yasaya helbijartinên kurdistanê de hatye.dawî helbijartinên perlemana kurdistanê di roja 21 siptember/ îluna 2013 de hatîne ehncamdan.her kesekê jîyê wî 18 salî bêtir be û welatyê herêma kurdistanê be û navê wî di tomara dengdanê de hebe ¡dikare bi awayekî rastewxe û nepenî deng bide.

Desthelatên  Perlemana Kurdistanê (1)

Herwek  çewa di destûra Iraqa Fedral de hatye, ku perleman desthelatek mezin bo gutubêjkirin û danana yasaya û biryarên syasî û biwarên din wek : xizmetkarî tendrustî¡ perwerde û rahênan¡ polîs û ewlehî û  aramî¡ jîngeh¡ samanên xwezeyî¡ çandin¡ akncîbûn¡ bazirganî¡ pîşesazî û weberhênan¡xizmetkarî û karubarên civakî¡ veguhastin û rêk û rwê bar¡ kiltûr û turêzim¡ wezirş û çalakî û yarî¡ herweha monîwmêntên dêrîn û avahyên dîrokî.

Perlemana  kurdistanê beşdare di desthelatên yasadana Fedralî de divan warîn jêr de lê pêşekyê dide yasayên perlemanê kurdistanê: Gumrik¡ Hêza Elîktrîk û Dabeşkirina wê¡Pilandanana Giştî û Jêderên Ava Vexwarnê.
Di gel vê yekê de jî li gor maddeya 121 ji destûra Iraqa Fedral¡ Perlemana Kurdistanê mafî rastvekirinê heye dicbîcîkirina desthelata yasayadanana berfreh ya Iraqê de heye ku li derveya wan desthelatên taybetên hikumeta Ferdalin.

Endamên  Perlemana Kurdistanê
 

Her  111 Perlemantarên herêma kurdistanê nunerayetya van list û hêzbên syasyên li jêr dikin:

  • PDK : 38 kursî
  • lista Goran: 24 kursî
  • YNK : 18 kursî
  • Yekgirtûya Islamya Kurdistanê: 10 kursî
  • Komela Islamya Kurdistanê: 6 kursî
  • Tevgera Islamî: 1 kursî
  • Hizba komînîst (lista Azadî): 1 kursî
  • Hizba şuyîa kurdistanê: 1 kursî

Kursîyên kêm netew û Ayîna :

  • lista Geşepêdana Turkmanî: 2 kursî
  • lista Hewlêrya Turkmanî: 1 kursî
  • lista Goran û çaksazîya Turkmanî: 1 kursî
  • lista Tevgera Turkmanî: 1 kursî
  • lista El rafîdeyn: 2 kursî
  • Civata Kildan Aşûr Siryanî: 2 kursî
  • lista Ibin El rafîdeyn: 1
  • Kursî Berwan Ihsan Merguz Betros: 1 kursî

Lêjneyên  Perlemana Kurdistanê

 

Perlemana Kurdistanê jimareyek ji lêjneyên herdemî hene ku liser van warên lijêr kar diken:

  • Karubarên Yasayî
  • çandin û Avdan
  • Karubarên Darayî û Abûrî
  • Karubarên Tendirustî û Jîngeh
  • Avedankirin û Akincikirin û Hevçerixkirina Gunda
  • Ewqaf û karubarên Olî
  • Mafê Mirov
  • Xizmetkaryên şaredarî û Veguhastn û Gehandn û Turîzm
  • Kar û barî Civka Sivîl
  • Werziş û Lawan
  • Navxwe û Asayîş û Civatên Xwecîh
  • Perwerde û Fêrkirina Bilind û Lêkolînên Zanistî
  • Berevanî Jmafê Jina
  • Karubarên Zarok û Malbata
  • Peywendî û çand û Mîdya û şunwar
  • Pîşesazî û Têhn û Jêderên Xwezeyî
  • Karubarên Pêşmergeh û şehîda  û Qurbanîyên Cînosaydê
  • Parastina Mafê bikar ber
  • Destpakî (Nezahe)
  • Kar û Perleman
  • Maddeya 140 ji Destûra Iraqê

(1) Destûra Iraqa Fedral di maddeyên (114¡ 115¡ 117¡ 120¡ 121¡ 126 û 141)  de ev desthelate  bi  Perlemana Kurdistanê re  dayîne.