Hikûmeta Herêma Kurdistanê
FRI, 19 APR 2024 03:17 Erbil, GMT +3




You are viewing Kurdistan Regional Government's 8th cabinet website.
For updated information about Kurdistan Regional Government
visit current cabinet's web portal at GOV.KRD please

Ala û sirûda netewiya Kurdistanê




Her millet, netewe, xelk û dewlet alayeke wan heye. Ala nîşana hewîyeta wan e, sembola hebûna wan e. Alaya her milletî bi şiklekî ye, reng û sembolên wê bi awayekî ye. Wek her milletî, kurd jî xwedîyê alayekê ne. Alaya Kurdan a ku îro tê bikaranîn sor, sipî, kesk e û di navîna wê de rojek zer heye.
Di tarîxê de kurdan kengî ala, an jî sembolek ku şûna alayê bigire bikaranîne, em baş nizanin. Lê ew kurdên ku ev serê 6-7 hezar salane ku li Kurdistanê, yanê li cihê xwe yê nuha dijîn, bêguman wan jî gelek dewlet û îmaret ava kirine. Û wekî her dewlet û îmaretên qedîm, wan jî miheqqeq alayek, an jî li şûna alayê sembolek bikaranîne. Yanê ew dewletên wek Mittanî, Hurrî, Subarî, Xaldî, Kardox, Kasî, Med û hîn gelekên din ku di tarîxê de roleke mezin lîstine, leşker çêkirine, bajar û medeniyet avakirine û li gor tarîxzanan jî bav û kalên kurdan in, divê ku xwedî ala bin.

Wek efsane her kurd bi çîroka Kawa dizane. Kawa hesinger e. Pêştimalek wî heye. Piştî ku li hember Dehaq bi ser dikeve, dibe rêveberê welatî û pêştimala xwe jî wek ala bi kar tîne. Her çendî efsane ye, lê tê de ala hatiye bi kar anîn. Yanê di efsaneyan de be jî xuya ye kurdan ala an jî sembolek ku şûna alayê digire bi kar anîne.

Dîsa ew îmaretên kurdan, wek Şedadî, Merwanî, Botan, Soran, Erdelan, Bahdînan û hîn gelekên din, her çendî nîv-serbixwe bûn jî, lê li mizgeftan bi navê mîrên wan xutbe dihatin xwendin, xwedî leşker û qesr û avahîyên mezin bûn. Ev îmaretên ku çendsed salan li Kurdistanê hukum kirin, dive ku alayek an semboleke wan a ku li şûna alayê bi kar dianîn hebûya.

Mîr Bedirxan (1802-1868) ku seranserî Kurdistanê di bin hukmê wî de bû, xwedî pere û top û tifing bû. Li ser navê dewleta xwe pere derxistibû. Hê wê wextê têkilî bi Ewrûpayê re danîbû, ji bo birêvebirina dewleta xwe xwendevan şandibû Ewrûpayê. Li ser Gola Wanê ji bo parastin û tîcareta dewleta xwe kêştîyên şer û tîcaretê dabû çêkirinê. Gelo meriv dikare bibêje ku Mîr Bedirxanê ku hewqas tişt kirîye, bê ala be. Bêguman na! Lê ji ber ku tu belgeyek ji dewra berê di destê me de tuneye, em nizanin alayên wan çawa bûn.

Yezdan Şêrê birazîyê Mîr Bedirxan ku di salên 1853-1856’an de Kurdistan hemû girtibû bin hukmê xwe, hejmara leşkerên wî gehîştibû heştê hezarî. Divê ku xwedî ala bûya. Bo nimûne, di stranek folklorî de ku di 1887’an de ji alî Socîn û Prym ji devê cihûyekî Kurdistanê hatîye girtin, li ser şerê Yezdan Şêr e, û tê de peyva "beyraq" derbas dibe. Di destpêka sitranê de pêşî qala plan û programa Yezdan Şêr tê kirîn, ku ew hemû serok eşîr û mezinên kurdan li Cizîrê dicivîne bi wan re civînekê çê dike. Paşê jî yeko yeko qala kesên ku tên civînê dike û pesnê wan dide û di rêzeke stranê de weha tê gotin:

"....
Go ew Zaxoyê bi rût û kevotan
Beyraq bûne cot bi cotan
Berê xwe dane Cizîra Botan..." (1)

Dîsa di klasîkên kurdî de jî gelek şaîr û nivîskarên kurdan di helbestên xwe de peyva alayê bi kar anîne. Lê wekî ji klasîkên kurdî jî tê fêmkirin ku rastîya gotinê ne "al" lê "ala" ye. Çend mînak:

Zalimê kuştim şepalê,
Nazikê, qencê delalê,
Bûn hîcaba zilf û xalê,
Êdek û ala û tox.
(Melayê Cizîrî, 1407-1481)

Bejn û bala tox û ala
Min kirin vêkra mitala
Çîçeka terhînî wala
Dil ji min bir, dil ji min.
(Melayê Cizîrî)

Lê me hêvî wasiq e ez feqîr
Jêrî alaya te bim roja ’esîr.
(Ji Mewluda Melayê Batê, 1417-1491)

Ya Reb îmanê dixwazin em midam
Jêrî alaya Muhemmed wesselam.
(Ji Mewluda Melayê Batê)

Îşaret wehy-û telwîh û îradet vîn û qudret şîn,
Ceman qels û betel merd û lîwa ala, alem nîşan.
(Ji Nûbara Ehmedê Xanî, 1651-1706)

Alaya kurdan a îro

Alaya kurdî ya ku îro ji alî herkesî ve tê qebûlkirin kengî, çawa û ji alî kê hatîye çêkirin bi başî ne diyar e. Lê bi qasî ku ji belgeyên heyî tê fêm kirin di destpêka salên 1920’î de ji alî rêxistinên kurdan ên wê demê hatiye çêkirin û tesbîtkirin. Bo nimûne, wê wextê Kurdîstan Tealî Cemîyetî li ser kaxeza huwiyetê a komelê "zemîna wê kesk û li ortê jî rojek" alayeke kurdî çapkiriye ku ev ala jî "Katibê Umûmî yê komelê Zeynelabidîn çêkirîye" (2).

Li gor Zinnar Sîlopî (Qedrî Cemîl Paşa) alaya kurdî ya îroyîn ji alî Teşkîlati Îctîmaîye Cemiyetî ya kurdan hatîye tesbîtkirin ku şiklê wê weha ye; li jor rengê sor, di navînê de sipî, li ser sipî roj û li binî rengê kesk wek ala millî ya kurdan tesbîtkirine û îlan kirine.

Her çendî di destê me de tu belgeyeke din an jî rismeke alayê ya wê wextê tuneye, lê dîsa jî li gor gotina Zinar Sîlopî em dikarin bibêjin ku Alaya Kurdî ya ku îro ji alî herkesî ve tê qebûlkirin di 1919an de ji alî Teşkîlati Îctîmaîye Cemiyetîya kurdan ve hatîye tesbîtkirin û di 1920’î de jî dîsa ji alî Teşkîlatî Îctîmaîye Cemîyetî ya Kurdan ve bi biryarekê hatîye qebûlkirin (3).

Di 1921’an de Mistefa Paşa Yamûlkî li gel hin ji muessisên Teşkîlatî Îctîmaiye Cemiyetî; Xelîl Rami Bedirxan, Kemal Fewzî, Mewlanzade Rifat dixwazin biçin Kurdistana Başûr, lê Îngiliz nahêlin ew derbas bin, tenê Mistefa Paşa Yamulkî ji ber ku ji Silêmanîyê ye, derbas dibe. Mistefa Paşa diçe Silêmaniyeyê û di hukumeta kurdî ya ku di 10.10.1922’an de di bin hukumdarîya Şêx Mahmûdê Berzencî de tê avakirin, dibe wezîrê perwerdekarîyê (3). Her wê demê ji alî Şêx Mehmûd ve alayeke kurdî hatibû qebûlkirin û pûl jî çapkiribûn (4). Di destê me de ev ala jî tuneye ku em bibêjin şiklê wê çawa bû. Lê ji ber ku Mistefa Paşa Yamûlkî yek ji muessisên Teşkîlatî Îctîmaîye Cemîyetî ye ku şiklê alaya kurdî tesbît kirîye û di hukûmeta Şêx Mehmûd de jî bûye wezîr û berpisîyarê rojnameya nîv resmî ya vê hukumetê; Bangî Kurdistan, ne dûr e ku alaya kurdan ya dewra Şêx Mehmûd jî bi pêşniyara wî hatibe qebûlkirin. (***)

Rismê Alaya Kurdî-1928

Ronakbîr û siyasetvanên Kurdan yên ku di salên 1900-1928’an li Kurdistanê û li Îstenbolê di nav komele û cemiyetên kurdan de karkirine an damezrandine, piraniya wan piştî salên 1925 û 1930’yî hatine li Sûriyê bi cih bûne. Her wê wextê jî bi navê Xoybûnê rêxistinek avakirine. Ji weşan û kitêbên ku wê demê li ser navê Xoybûnê derketine tê fêm kirin ku her ew alaya ku di 1920’de hatiye tesbîtkirin, ji alî Xoybûnê ve jî hatiye qebûl kirin.

Dîsa tê gotin ku di serîhildana Agrîyê de İhsan Nûrî her ev alaya kurdî bi karanîye. Hetta rismek ku ji wê wextê maye, di gelek kovar û kitêban de hatiye belavkirin.
Îhsan Nûrî bi xwe di bîranînên xwe de weha dibêje:

"Di 1926 de, Bro Heskî Tellî, ji êla Celalî, li çiyayê Agrî îsyan kir, xwe kişa çiya. Di 1927 de nivîskar İhsan Nûrî, xwe bî Agrî gihand, îdareya şoriş bi dest girt, ji alîyê Komîteyî Xoybûn qomîserê fewqeladeyê eskerî întîxab bû (hat hilbijartin). Di wê salê de bayraxa sê rengîn a îstîqlala Kurdistanê, ku di sala 1920 Cemîyeta Kurdîstan Tealî qebûl kiribû, ji alîyê Xoybûn şandin Agrî. Îhsan Nûrî ewelîn car wê di Agrî de bilind kir.... (Hevî, Kovara Çandîya Giştî, Parîs, no: 2, Gulan 1984, r.21)

"...Min postekê esker ji xortên nebezê Kurda da çêkirin, ala Kurdistanê serbixoyî ra li qoçên Agrî daçiqand. Hêzê şikestxurî Romî ku li etrafê bajêrê Bayazîd bûn, ji ber ala azadî Kurd diçûn, dûr diketin. Pasevanên qaremanên Agrî ev ala ji dûr ve hurra dikişan, çepleyan didan. Li wê çaxê li Agrî teşkîlateke eskerî, îdareyeke Kurdî hebû...." (Hêvî, no: 2, Gulan 1984, r. 28)

Her weha li ser qapaxa kitêba Sureyya Bedirxan -ku ew jî yek ji xebatkarên Xoybûnê bûye- alaya kurdî bi rengîn hatiye çapkirin û li binê alayê jî bi îngilîzî "Flag of Kurdistan" (Ala Kurdistanê) hatiye nivîsîn. (binêre; Sureyya Bedirxan, The Case of Kurdistan Agaînst Turkey, By authorîty of Hoyboon, Phîladelphîla, 1928)

Di Gulana 1993’an de ez û ji redaksiyona Armancê, Mîrze Bextiyar em çûbûn Kurdistana Sûrîyê. Li Qamişlîyê em <ûn mala nivîskarekî kurd (ji ber emniyetê navê wî nanivîsim) nivîskarê rêzdar alayeke kurdî nîşanî me da û got ku "Ev ala ya Xoybûnê ye, li mala Celadet Bedirxan bû, min anî". Her çendî em ne pisporê qûmaş in, lê ji qûmaşê wê welê dixuya ku gelek kevn bû. Her weha me bawerî bi wî hevalî anî çimkî têkilîyên wî û Rewşen Bedirxan yên nêzîk bi hev re hebûn. Me rismê wê alayê jî kişand.

Kovara Hawarê û Alaya Kurdan, 1932

Di Hawarê de li ser alayê gelek nivîs û helbest hatine belavkirin.
Celadet Alî Bedirxan di gotareke xwe de (gotar hem bi herfên latînî û hem jî bi herfên erebî hatîye çapkirin) di qismê behsa alayê de alaya me ya îroyîn tarîf dike û weha dibêje:
".....Ala Kurdan, ji jor ber bi jêr ve, ser hev, sor, sipî û kesk e, di nava wê de roj diçirise. ("Welat, Welatînî û Al", Hawar, No: 9 (30 Îlon 1932), r. 1-2)

Alaya kurdan di 1932’an de li ser herdû bergên Hawar, no: 11 (10 Çirîya Paşîn 1932) bi rengîn hatîye çapkirin. Rengên wê jî:
Sor li jor, li navendê sipî û li binî jî kesk, di ortê de jî rojeke 18 tîrêjî heye. Celadet Bedirxan her di vê hejmarê de li ser mirina Şêx Evdirrehmanê Garisî nivîsek nivîsîye û têde weha dibêje:

"...Belê Şêxê min, min ji te re kefenekî welê bijart ko hêj tu kelaş pê nehatîye pêçandin, min ji te re tirbeke welê koland ko hîn tu mirî neketinê.
Min kefenê te kir: Sor, sipî û kesk û zer, ala te, û min tu veşartî nav rûpelên Hawarê û li serê wê kêla te daçikand.
Kefenê te kefenek welê ye, rûjkê bêt, ji te vebit li ser qelat û bajarên te re li pêl bibit.
Tirba te tirbeke welê ye ko ne kêla wê bi birûskên ezmanî dişike, ne cax û dîwarên wî bi ba û bagerê hildiweşe, ne axa wê bi baran û lehîyê qul dibe û ji hev dikeve.
Tirba te kitêbek e, ko nifşên milletê me deste-desta bikin û her nifş ji nifşê din re heta paşîyê, hinda rûja qiyametê, ji hevdû re dê bispêrin.
Ev tirba te a abadîn e. Min eva ha ji bona te bijart û koland....."
("Şêx Evdirrehmanê Garisî çû rehmetê", Hawar, No: 11(10.11.1932), r. 2-3)

Dîsa di Hawar, no: 5 (20 Tîrmeh 1932), r.4’an de Herekol Azîzan (Celadet Bedirxan) helbestek li ser alaya kurdî nivîsîye ku çend malik jê ev in:

Alê Kurdan
Ala Kurdan di nav rok
Çi bedew û bi heybet
Bi çar reng î, rengên te
Çi delal û çi xweşkok

Xêzek kesk û xêzek sor
Nav sipî û nîvek zer
Keskesor e, bi roj e
Ev li jêr û ew li jor
Herekol Azîzan (b. Hawar, no: 5 (20 Tîrmeh 1932), r.4)

Di Hawar, no: 8 (12 Îlon 1932), r. 7 de Dr. Kamûran Bedirxan jî li ser alayê helbestek nivîsîye û di malikên pêşîn ên vê helbestê de alaya kurdan weha tarîf dike:

Ala Kurdan
Ronahiya dil û çav,
Diyarîya dê û bav
Pêsîra wê roj û tav
Spehitiya ax û av
Ala Kurdan ser be ser
Sor û gewr e kesk û zer.
Dr. Kamûran Alî Bedirxan (b. Dilê Kurên Min , Kitêbxana Hawarê, hejmar. 3, Şam, Çapxana Tereqqî, 1932, r. 25 û Hawar, no: 8, 12 Îlon 1932, r. 7)

Di çîrokeke Nureddîn Zaza de Alaya Kurdan

Nûredîn Ûsif (Nûreddîn Zaza) di Hawar, no: 30 (1/7/1941), r.4-5 de bi navê Keskesor çîrokek nivîsîye. Di çîroka xwe de behsa dewra Şêx Seîdê Pîran dike û qala dibistana xwe dike, paşê ku kurd bi ser dikevin û alaya tirkan ji stûnê dadixînin û alaya kurdan hildidin jor, ew jî li gel bavê xwe li ber derîyê serayê ye û paşê çîrok weha dom dike:

"...Xelk li dora serayê kom dibûn. Em zaro jî çûn; ew tiştê rengîn di ser serê me re sekinî bû. Lê ew ne keskesora ezmên bû. Ez bêsebir bûm... li bavê xwe geriyam. Leşker rêz girtibûn, sitranek digotin, çavên wan ên tûj têrken bûn. Min ew li ser hespê dît, ez çûm cem; wî ez danîm ber xwe. Min jê pirsî:
-Bavo ev çi keskesor e li ser serayê?
-Ev ala me ye kurê min! Ev şan û şerefa milletê Kurd e!
-Berê yeke sor hebû, ew çi bû bavo?
-Ew ya neyaran bû. Neyar bi zor ketibûn welatê me. Em Kurd îro wan ji erdê xwe derdixînin û dibin xwediyê wî. Ha ji te re aleke piçûk! Wê deyne ser dilê xwe! Heji wê bike û ji bo serfirazîya wê bixebite.
Ez bi gotinên bavê xwe bûbûm sermest. Dilê min hildiavêt. Bavê min ez maç kirim û ez danîm erdê.........."

Pişt re li gor çîrokê, kurd ji ber hin sebebên eşîrtî, neliserhevbûnê, serketina wan pir dom nake. Dijmin dîsa dikeve welatê wan ala kurdan ji stûnê (dîregê) datînin û çîrok weha dom dike:

"...Ala rengîn, şan û rûmeta me, çirandin avêtin ber lingên xwe, pêlê kirin û li şûna wê ya xwe, ya xwînxwaran danîn........" (Hawar, no: 30 (1/7/1941), r.4-5)

Li Mehabadê Alaya Kurdî, 1946

Zinar Sîlopî (Qedrî Cemîl Paşa) derheqê Alaya Kurdî ya Cumhurîyeta Mehabadê de weha dibêje:

"Hukumeta Cumhurîyeta Mehabadê Ala Kurdîstanê ya ku di 1919’an de ji alî Teşkîlatî Îctîmaîye Cemîyetîyê ve hatibû tesbîtkirin girtin, lê li kêleka roja wê, rismê du simbilên genim û li pişt wê jî çiyayek û dareke çamê lê zêde kirin û bi guloverî jî li ser wê Dewletî Cumhurîyetî Kurdistan nivîsîn û ew wek ala Cumhurîyeta Mehabadê qebûl kirin"(5).

Dîsa di hejmara 9. a rojnama Kurdistan a Cumhurîyeta Mehabadê de axaftina keçeke Kurd, Îşret Azmî ya li ser ala kurdî hatiye belavkirin. Ji bo tarîfa ala kurdî em çend rêzan ji wê axaftinê li jêrê dinivîsin:

"...Ey Ala Kurdistanê sê rengîn, ey nîşana bilindîya Kurdistanê!...Rengê te yê sor şahid e ku tu bi xwîna Kurdan hetiye hilgirtin, rengê te yê sipî nîşana dilpakîya Kurda ye, rengê te yê kesk jî delîla ciwanîya axa Kurdistanê ye......"(5)

Wîllîam Aegleton jî derheqê Ala Kurdî ya Mehabadê de weha nivîsîye:

"Di Gulana 1944’an de rêxistina Komel, bi alîkarî û hevkarîya hevalbendên xwe yên li iraqê, ala Kurdî ya milî hazir kirin. Evalaku ji sê xetan pêkhatî bû, her xetek wê rengek bû. Li jorê sor, li ortê sipî, li jêr jî rengê kesk cih digirt. Bi vî awayî bi ters qulubandineke rengên ala Îranê, ala Kurdî hatibû çêkirin. Li ser alê roj -ku sembola Kurda ye- û li kêleka rojê du simbilên genim, li pişt wan jî çiyayek û qelemek hebû"(6)

"...Serê sibeha meha Çileya Paşîn a 1946’an bû. Tav diçirisî, rojeke xweş bû....Ji gundên dorê gundî û serok eşîr hemî hatibûn Mehabadê. Meydana Çwarçirayê tijî bûbû. Caddeya ku ji herdû serîyên bajêr digihîşt Meydana Çarçirayê bi alên Kurdî û bi flamayên sor û sipî û kesk hatibûn xemilandin..."(7)

Musa Anter di bîranînên xwe de qala rêxistineke îllegal ku di salên 1948’an de li gel Yusif Azîzo¤lu û çend Kurdên din danîne, dike. Di rêxistinê de sondek jî dixwarin. Ji bo sondê destê xwe dadianîn ser Ala Kurdan û çekekê û sonda xwe dixwarin. Musa Anter ji bo vê alayê weha dibêje:

"Wezîfa çêkirina alayê li ser min bû. Ez çûm Kapaliçarşiyê(taxeke îstenbolê) min her yek nîv mîtro, min çar reng qûmaş kirîn.Ala îro jî tê zanîn. Sor, sipî û kesk, li ortê jî rojek zer. Sembola reng û roja li ser alayê jî weha ye; Sipî, aşîtî ye, sor, xwîn û şoreş e, kesk bereketa Kurdistanê û Mezopotamyayê ye. Roj jî sembola dînê millî yê Kurdan Zerdûştî ye...."(8)

Bulletîn Du Centre D’Etudes Kurdes, 1948
Di bin berpirsîyarîya Dr. Kamûran Alî Bedirxan de li Parîsê di navbera salên 1948-1950´yî de li ser hev 13 hejmarên wê derketine. Nivîsên wê bi fransî ne, carna cih daye hin nivîsên îngilîzî jî. Li ser bergê her hejmara wê ala kurdî heye ku bi rengîn e. Sor li jor, sipî li ortê, kesk li jêr û li ortê jî roj zer (9).

NOT Û ÇAVKANÎ
(1)-Ev stran ji alî Prym û Socin li Kurdistanê ji devê Cano û cihûyekî Zaxoyî ku navê wî Pînhas e, hatîye girtin. Ji bo agahdarîyên zêdetir ên li ser vê stranê binêre:
-Prym und Socîn, Kurdîsche Sammlungen, Erzählungen u. Lieder în Dîalekt des Tûr ’Abîdîn, St. Petersbourg, 1887, r. 64
-Rewşen (Kovara Yekîtîya Rewşenbîrên Welatparêzên Kurdistanê), No:3, (Zivistan 1989), Bonn, r. 49
-Bazîl Nîkîtîn, Les Kurdes, Çapa 2. Parîs, 1975, r. 194, 224
-Bazîl Nîkîtîn, Kürtler, Weşanên Özgürlük Yolu, Çapa 2. (Almanya?), 1986, r. 342, 392

(2)-Malmîsanij, Bîtlîslî Kemal Fevzî ve Kürt Örgütlerî İçîndekî Yerî, Stokholm, 1993, r. 127, 129, 148
-Ji bo ala kurdî ya Kurdîstan Tealî Cemîyetî ku di 1925’an de ku di raporên İstîklal Mahkemesîyê de navê wê derbas dibe di hin çavkanîyan de weha hatîye nîvîsîn:
"Piştî îfadeya Seyîd Evdilqadir, îfadeya Kor Sa’dî girtin. Kor Sa’dî di îfadeya xwe de got ku ala kesk a ku li ser qerta huvîyetê ya Kurdîstan Tealî Cemîyetîyê ye muxtarîyeta Kurdîstanê îfade dike....." (Doç. Dr. Ergün Aybars, İstîklal Mahkemelerî 1923-1927, Ankara, 1982, r. 152)
"Ji endaman Lutfî Mufît ji Seyid Evdilqadir maneya vê alê pirsî. Seyid Evdilqadir got: -Xuya ye qey ala kurdî ye." Akîs (Haftalik aktualîte dergîsî), no:11 (25 Aralik 1967), r. 24
Di "Îstîklal Mahkemesî" ya Dîyarbekirê de endamê heyeta mahkemê Lutfî Mufît Özdeş di nav belgeyên Kurdîstan Tealî Cemîyetîyê de belgeyeke vê komelê dibîne ku li ser wê ala kurdî heye. Zemîna wê kesk e û li ser wê jî rojek zer heye.
"Lutfî Mufît Özdeş ji Seyid Evdilqadir maneya vê alê dipirse. Seyid Evdilqadir jî bi qehr dibêje:
-Xuya e Ala Kurdî ye."
Pişt re di mahkemê de ji Kor Sa’dî dipirsin, ew jî weha dibêje:
"-Ala kesk a li ser qerta huwîyetê ya Kurdîstan Tealî Cemîyetîyê ye, muxtarîyeta Kurdîstanê îfade dike...." (Behçet Cemal, Şeyh Saît İsyani, Sel Yayinlari, 1955, İst., r. 89)

(3)-Zinnar Sîlopî, Doza Kurdîstan, Beyrût, 1969, r. 60

(4)Wîllîam Aegleton, Mehabad Kürt Cumhurîyetî 1946, Türkçesî: M. Emîn Bozarslan, 2. Baski Komkar Yayinlari, Köln, 1989, r. 94-95, 152

(5)-Sîlopî, r.200, 203, 204

(6)-Aegleton, r.94-95

(7)-Aegleton, r.152

(8)-Musa Anter; Hatiralarim, Doz Yayinlari, Îstenbol, 1990, r. 61-62

(9) Ji bo rismê alayê ya rengîn binêre:
-Hawar (Kovara Kurdî), Şam, No: 11(10.11.1932), bergê pêşî û paşî.
-Bulletîn Du Centre D’Etudes Kurdes, No:1(1948)-no:13 (1950), Parîs.
-Sureyya Bedirxan, The Case of Kurdîstan Agaînst Turkey, By authorîty of Hoyboon, Phîladelphîla, 1928.

*** Vê dawîyê di kovara ROJÎ NWÊ (no:7, 1960, r. 63) de ez rastî ala kurdî ya dewra Şêx Mehmûdê Berzencî hatim ku ne wek ala kurdî ya îro ye. Her çendî di kovara Rojî Nwê de ew wêne reş û spî hatibe çapkirin jî, lê Ehmed Xwace di bîranînên xwe “Çîm Dî” de behsa alaya dewra Şêx Mehmûdî dike ku li gor wî rengên wê alayê weha ne: Li ser zemîneke kesk, rojeke sor, li ser roja sor jî hîveke spî heye.

ji aliyê Mahmud Lewendî ve hatiye amadekirin

 

 

Sirûda netweî ya Kurdistanê

 

Ey Reqîb helbestek e ku ji aliyê helbestvan Dildar di sala 1946 de hat nivîsandin.

Ev helbest di sala 1946an dema Komara Mahabadê tê saz kirin, dibe sirûda (marşa) vê dewletê û heta iro jî wek marşa kurdan ya neteweyî tê naskirîn.


Ey raqîb her mawe qewmî kurd ziman,
Nay şikên danery topî zeman.
Kes nelê kurd mirduwe; kurd zînduwe,
Zînduwe qet nanewê alakeman.

Lawî kurd hestaye ser pê wek dilêr,
Ta be xuên nexsîn deka tacî jiyan.
Kes nelê kurd mirduwe, kurd zînduwe,
Zînduwe qet nanewê alakeman.

Ême roley Midya u Keyxusrewîn,
Dînman, ayînman her Kurdistan
Kes nelê kurd mirduwe, kurd zînduwe,
Zînduwe qet nanewê alakeman.

Ême roley rengî sûr u şorişîn,
Seyrîke xuênawiya raburdûman.
Kes nelê kurd mirduwe, kurd zînduwe,
Zînduwe qet nanewê alakeman.

Lawî kurdî hazir u amadeye,
Giyan fîdane, giyan fîda, her giyanfîda.
Kes nelê Kurd mirduwe, kurd zînduwe,
Zînduwe qet nanewê alakeman.
___________________________

Dildar (1917-1948)
Nivîskarê sirûda neteweyî Dildar, li Koyê, li Başûrê Kurdistanê hatiye dunyayê. Navê wî yê rast( Yunis Raûf) e. Piştî ku xwendina xwe ya (lîsê) Amadeyî li bajarê Kerkûkê bi dimahik tine diçe Bexdayê li zankoya yasanasîyê ( fakûltêta hiqûqê) dixwîne û dibe parêzger. Ew ji Parêzerîyê( advokatiyê) zêdetir bala xwe dide ser edebiyatê û helbestnivîsandinê.

Ji ber ku helbestên wî yên welatparêziyê bûn,û jiber hesta wî ya netewayetî serê wî gelek caran ketiye belayê, ew xistine zîndanan. "EY REQÎB" diyariya wî ya herî mezin e ji gelê xwe re. Ew bi vê helbesta xwe ve îro jî di nav me de dijî. 





Nûçe

Talebanî: Pêdviye rewşa Kerkûkê çareser bibe

WED, 3 JUL 2019 16:06

Di civînê de tekîd li ser pêwîstiya berdewambûna çaksaziyan di kabîneya bihêt da kir bi taybetî jî tekîd li ser pêwîstiya rêkxistina sîstema bankî li Kurdistanê berdewamiya çaksaziyan di nav wezareta pêşmerge da hat kirin

Hikûmeta Herêma Kurdistanê dilgiraniya xwe digehîne Tirkiyeyê

SAT, 29 JUN 2019 13:20

Hikûmeta Herêma Kurdistanê qebûl nake û rê  nade axa wê ji bo êrîşkirin û têkdana asayîşa welatên cîran bê bikaranîn û ji ber wê yekê jî jiyana hevwelatiyên Herêma Kurdistanê bikeve di metirsiyê da

Talebanî: pirosesa çaksaziyê berdewam û berfirehtir dibe

SAT, 29 JUN 2019 13:02

Qubad Talebanî digel serokê Tîma lêkolîna tawanên DAÎŞê dicive

SUN, 23 JUN 2019 15:52

Ermenistan Konsulxaneyê li Herêma Kurdistanê vedike

SUN, 23 JUN 2019 15:25

Talebanî pêşwaziyê li Metranê Kenîseya Kerkûk û Silêmaniyê dike

SUN, 23 JUN 2019 15:03

Qubad Talebanî tevî şandeyeka leşkeriya Amerîkayê civiya

TUE, 18 JUN 2019 09:34

Hikûmeta Herêma Kurdistanê êrişa ser Balafirgeha Abha şermezar dike

FRI, 14 JUN 2019 10:40

Serokê Herêmê, Mesrûr Barzanî ji bo pêkanîna hikûmetê radispêre

WED, 12 JUN 2019 17:54

Talebanî: Di rewşeka dijwar û tijî kirîzên emnî û siyasê da xebata bielektironîkirina hikûmetê dest pê kir

SAT, 25 MAY 2019 16:58