Kurdistan Regional Government


 

Talebanî: Pêdviye rewşa Kerkûkê çareser bibe

Qubad Talebanî Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, roja sêşemê 02.07.2019ê li bajarê Hewlêrê digel nûnera taybetî ya sekreterê giştiyê  Neteweyên Yekgirtî  civiya û behsa pirsên hilawîstiyên navbera Hewlêr û Bexdayê weke pirsa neft û budceyê û bi taybetî behsa  çareserkirina rewşa bajarê Kerkûkê kir.

Talebanî ji şandeya mêvan re got ku pêwîste rewşa bajarê Kerkûkê û deverên derdûrê bajêr bihêne asayîkirin, pirosesa bicîkirina madeya 140 dest pê bike û hemû alî ji bona bihêzkirin pêkvejiyana pêkhateyên cudayên bajêr bixebitin.

Cîgirê serokwezîr di axaftina xwe da îşaret bi dîtina Mam Celal ya li ser pirsa Kerkûkê da ku gotibû: pirsa Kerkûkê weke neştergeriya mejî hesas e û divê gelek bi hişiyarî û hûrî kar li ser bihête kirin û canê lêbihurînê û pêkvajiyanê li ber çavan bê kirin.

Di civînê de tekîd li ser pêwîstiya berdewambûna çaksaziyan di kabîneya bihêt da kir bi taybetî jî tekîd li ser pêwîstiya rêkxistina sîstema bankî li Kurdistanê bi taybetî berdewamiya çaksaziyan di nav wezareta pêşmerge da hat kirin.