Kurdistan Regional Government


 

Hikûmeta Herêma Kurdistanê dilgiraniya xwe digehîne Tirkiyeyê

Hikûmeta Herêma Kurdistanê dilgiranî û nerehetiya xwe li hember ketina qurbaiyên sivîl  ji encama bombebarana deverên tixûbî digel Tirkiyeyê nîşan dide û sersaxîyê ji malbayên qurbaniyan re dixwaze.

Hebûna çekdarên PKKê li deverê û nizîkbûn û hatina wan yan bi enqest ji bo nav gund û avahiyan, jiyana gundiyên wan deveran xistye di metirsiyê da. Herwesa li pêşiya vegeriyana jiyan û avadaniyê ji bo wan gundan, ew rêgiriyê dikin

Hikûmeta Herêma Kurdistanê qebûl nake û rê  nade axa wê ji bo êrîşkirin û têkdana asayîşa welatên cîran bê bikaranîn û ji ber wê yekê jî jiyana hevwelatiyên Herêma Kurdistanê bikeve di metirsiyê da.

Deverên gundnişîn li ser tixûban divê nebine meydana şerê serbazî û bombebaranan, çekdarên PKKê jî divê ji gund û avahiyan dûr bikevin û wan devarn nexine di nav metirsyê da.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê, li hember wan bûyerên çend rojên borî li deverên tixûbî qewimîn, dilgiraniya xwe gehandiye Tirkiyeyê û daxwaz kiriye ku dubera nebin.