Kurdistan Regional Government


 

Talebanî: pirosesa çaksaziyê berdewam û berfirehtir dibe

Qubad Talebanî Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, di civînekê da digel şandeyaka Amerîkayê ku roja duşemê 24.06.2019ê li Hewlêrê bi rêve çû,  got ku erkên kabîneya nû ya hikûmeta Herêma Kurdisanê berdewambûne li ser çaksaziyan bi awayekî ku, ew çaksazî hemû sektoran vegire.

Qobad Talebanî di civîna xwe ya digel Andrew Peek Cîgirê alîkarê wezîrê derve yê Amerîkayê ji bo karûbarên Îraq û Îranê, tekîd li ser afrandina aqarekî minasib ji bo geşkirina investkariya navxweyî û biyanî û bi taybetî investkariya amerîkayî bi aramnca zêdetir pêşvebirina sermayerazandinê li Herêma Kurdistanê.

Talebanî diyar kir ku di kabîneya berê da ji bona destpêkirina çaksaziyan gavên giring hatine avêtin û erka mezin ya kabîneya nû jî berdewamîdan û berfirehkirina wan gavên ji bona çaksaziyê hatine avêne ye.

Weke tê zanîn ev civîn rojekê piştî îmzakirina protokolê lihevtêgehiştinê di navbera Yekêtiya Odeyên Bazirganî û Pîşesazî Herêma Kurdistanê û Yekêtiya Odeyên Bazirganî Amerîkayê li bajarê Hewlêrê, hat saz kirin. Di wê merasimê de Balyozê Amerîkayê li Bexdayê, Konsulê Amerîkayî  li Hewlêrê û nûnera hikûmeta Herêma Kurdistanê amade bûn.