Kurdistan Regional Government


 

Ermenistan Konsulxaneyê li Herêma Kurdistanê vedike

Qubad Talebanî cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, roja 20.06.2019ê  pêşwazî li şandeyeka balaya diplomatkarên Ermenistanê ya bi seroaktiya Atanîs Margaryan kir û çend pirsên girign nirxandin.

Di civînê da ku, Hiraçiya Poladiyan balyozê Ermenistanê yê Bexdayê amade bû, Talebanî tekîd li ser pêşxstina têkeliyên navbera Kurdistan û Ermenistanê, bi taybetî têkeliyên di warê teknolojiya, gihastin û gehandinê û xwendina bala da kir.

Balyozê Ermenistanê yê Bexdayê di civînê da eşkere kir ku welatê wî dê di destpêka sala bê da konsulxaneya xwe li Herêma Kurdistanê veke ku, ev jî dê bibe alîkariyek ji bona  hevkarî û hevahengiya zêdetir û bi taybetî di warê xwendin û xwendina bala da.
Şandeya mêvan, Qubad Talebanî bi fermî ji bo serdana Ermenistanê vexwand ku beşdariyê di konferensa navdewletiya IT da bike ku biryare di oktobeta sala 2019ê li Ermenistanê dest pê bike.

Ji aliyê Herêma Kurdistanê ve her yek ji; wezîrê xwendin bala, wezîra şaredariyê û berpirsê têkeliyên derve di civînê da amade bûn.