Kurdistan Regional Government


 

Talebanî pêşwaziyê li Metranê Kenîseya Kerkûk û Silêmaniyê dike

Qubad Talebanî cîgirê Seroikwezîrê Herêma Kurdistanê, roja 19.06.2019ê pêşwazî li Metran Yusif Toma serokê Kenîseya Kerkûk û Silêmaniyê kir û rewşa jiyana û jiyara kirîstyanên Kurdistanê nirxand.

Di civînê da, Talebanî tekîd li ser zêdetir pêşxistina kultûra pêkvejiyana bi aşitî di navbera pêkhateyên olên cuda li Herêma Kurdistanê kir û got ku, Kurdistanê ji bona mesîhîyan û hemû pêkhateyên din yên olî û neteweyî her tim herêmeka aram bûye û hikûmeta Herêma Kurdistanê jî bi berdewamî alîakrî û piştevanî li wan pêkhateyan kiriye û dike.

serokê Kenîseya Kerkûk û Silêmaniyê behsa rola Xwedêjêrazî Celal Talebanî kir ku hertim ji bona çareserkirina pirsgirêkên mesîhîyan dixebitî û bi yek çav li hemû hevwelatiyan û pêkhateyên Kurdistanî dinihêrî.