Kurdistan Regional Government


 

Qubad Talebanî tevî şandeyeka leşkeriya Amerîkayê civiya

Qubad Talebanî Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê roja duşem 2019-06-17 tevî şandeyeka leşkeriya Amerîkaya bi serokatiya General Grigori crowder behsa çawaniya reform li Wezareta Pêşmerge û hemahengiya pitir kir.

Di civîna bi berhev bûna Steve Fagin Konsulê Giştiyê Amerîkayê li Hewlêrê, bal kişandine ser şerê dijî terorê, hemahengiya pitir navbera Pêşmerge û hevpeymanan.

Her du alî li ser vê yekê hevdeng bûn ku Pêşmerge û hevpeymana navdewletî mîna dema şerê DAIŞê hemaheng bin û li paşrojê jî bi hemahengiyeka pitir bi hev re berhingarê terorê bibn.