Kurdistan Regional Government


 

Talebanî: Di rewşeka dijwar û tijî kirîzên emnî û siyasê da xebata bielektironîkirina hikûmetê dest pê kir

Qubad Talebanê Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, roja çarşemê 22.05.2019ê di pêncemîn konferensa navdewletiya bielektironîkirina hikûmetan li bajarê Talîn paytexta Estoniyayê, gotarek pêşkeş kir û çend mijarên giring berçav kirin.

Talebanî behsa tecrûbeta Herêma Kurdistanê ya di warê bielektironîkirina hikûmetê da kir û got ku Herêma Kurdistanê di rewşeka dijwar û tijî kirîzên emnî û siyasê xebatên bielektironîkirina hikûmetê dest pê kir, ji bilî vê jî li Herêma Kurdistanê kultûra bîrokrasîyê zêde ye û rêjeya bikarînana teknolojiya û pêşkeftina gêncan berdewam di geşbûnê da ye, Herêma Kurdistanê dikare li gor tecrûbeya welatên pêşkeftî îmkanên hene rêkbixe û bi vî awayî gav bi gav astengî û kelemên li pêşiya bieleketornîkirinê hikûmetê ji hole rake.

Pêwîstiya yasayên Kevin bi serastkirinê heye û zêde pişt bestin tenê bi samên neftê awayekê sistî û tembeliyê li Herêma Kurdistanê çê dike, nêzîkî 70% ji civka Kurdistanê gênc in û piraniya wan teknolojiya û medya civkî bikartînin ji ber hide Herêma Kurdistanê dikare  ber bi kêmtir piştbestn bi samanê neftê gavan pavêje û tecrûbeya welatekê weke Estoniya dikare di vî warî da alîkar be.

Talebanî got ku raste Herêma Kurdistanê beşek ji Îraqê, lê dikare serweriya xwe ya elektironî hebe û bi sîsema cîhanî ve bê girêda. Pirsgirêkên federalî di rêya bielektironîkirina hikûmetê da hene weke; Karta Niştimanî û sîstema bankeyan û got ku ew geşbîne ku ji aliyê tîmên pispor û şaraza ve dê ji bo hemû pirsgirêkan çarserî hebin.

Cîgirê serowkwezîr di peyva xwe da behsa çîrokên balkêşên nava konferensê kir û bi taybetî behsa tecrûbeya Estoniyayê kir û tekîd li ser wê yekê kir ku bihevra karkirin dê berhemê baş hebe û ji bona hevkarî û çareserkirina arîşeyan li ber ronahiya wan tecrûbeyan, xwesteka Herêma Kurdistanê diyar kir û got: Em hez dikin em bi hev ra pêşbikevin û bi hev ra pirsgirkan çareser bikin, em li vir fêr bûn ku qewareyê welat negiring e lê karname û berhem giring e.

Weke tê zanîn ev konferense pêncemîn konferensa navdewletî ye li ser bielektironîkirina hikûmetan  û roja 21gûlanê bi beşdariya zêdetir ji 100 welatan dest bikar û çalakiyên xwe kiriye. Şandeya hikûmeta Herêma Kurdistanê bi serokatiya Qubad Talebanî li ser vexwandina fermiya hikûmeta Estoniyayê tê de beşdar e.