Kurdistan Regional Government


 

Serokwezîrê Kurdistanê digel Balyozê Brîtanyayê li Îraqê dicive

Di civîna navbera Nêçîrvan Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û John Wilkes Balyozê Brîtanyayê li Îraqê  ku, roja 15.05.2019ê li bajarê Hewlêrê bi rêve çû, pêşhetên herêmî, rewşa siyasî û emnî li Îraqê û rewşa koçber û penaberên li Herêma Kurdistanê hatin gotûbêj kirin û her du aliyan, ji bona parastina aramî û tenahiyê li Îraq û deverê û ji bona çareserkirina pirsgirêkan, diyalog û danûstandinên  bi baştirîn rê  da zanîn.

Di civînê da ku, Martin War  Konsulê Brîtanyayê li Hewlêrê amdebû,  her du aliyan behsa têkeliyên navbera Brîtanya û Kurdistanê, têkeliyên navbera Hewlêr û Bexdayê kir û dane zanîn ku ji ber ew danûstandinên di navebra Bexda û Hewlêr da hene heta niha çend pirsgirêk hatine çareser kirin   û di vê çarçoveyê da, Balyozê Brîtanyayê rola Serokwezîr Barzanî bilind nirxand.

Balyozê Brîtanyayê behsa serdana xwe ya ji bo bajarê Duhokê  û serdana çend kampên penaberan û vegerandina koçber û penaberan bo ser mal û warên wan kir.

Pêşkanîna kabîneya nû ya hikûmeta Herêma Kurdistanê û danûstandinên navbera aliyên siyasî ku bi encamekê bigihin mijarên din yên civînê bûn.