Kurdistan Regional Government


 

Serokwezîr: Em dixwazin me baştirîn têkelî bi dewletên cîran û cîhanê ra hebin

Nêçîrvan Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, roja 16.05.2019ê li bajarê Hewlêrê, pêşwazî li Andrej Saffing Balyozê Belarûsyayê li  Îraqê û şandeya pê ra kir û di civînekê da, Serokwezîr ji şandeya mêvan re behsa şerê dijî DAÎŞê, hatina hijmareke zêde ya koçber û penaberan bo Herêma Kurdistanê, ew kirîzên di warên cuda da rastî herêma Kurdistanê hatibûn, rewşa niha, başbûna têkeliyên bi Bexdayê ra,  xebatên çareserkirina pirsgirêkên hilawîstiyên navebera Hewlêr û Bexdayê û xurtkirina têkeliyên bi Belarûsyayê re kir.

Di civînê da ku, Fuad Mamdend Hemed Konsulê Fexriyê Belarûsyayê li Îraqê amade bû, Saffing pesina rola Herêma Kurdistanê da û got ku welatê wî dixwaze têkeliyên xwe, di hemû waran da, bi Îraq û Herêma Kurdistanê ra pêşde bibe.

Her du aliyan tekîd li ser pêşxistina têkelyên di warê saxlemî, tûrîzm, perwerde û fêrkirina pîşeyî da kir û têkeliyên navbera Hewlêr û Bexdayê û rewşa herêmî û navdewletî nirxand.

Serokwezîr Barzanî got ku li Herêma Kurdistanê  ji bona hatina şirket û kompaniyên biyanî  ku di warên cuda da sermayegozariyê bikin jîngehek minasib heye. Barzanî ji şandeya Belarûsyayê re got ku Herêma Kurdistanê dixwaze hemû pirsan bi Bexdayêra  bi rêya diyalogê û li gor destûrê çareser bike û baştirîn têkelî bi dewletên cîran û cîhanê ra li ser bingeha dostanî, aşitî û hevahengiyê  hebe.