Kurdistan Regional Government


 

Serokwezîr digel nûnera sekreterê Neteweyên Yekgirtî dicive

Nêçîrvan Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê digel Jeanine Hennis Plasschaert nûnera taybetiya sekreterê giştiyê Neteweyên Yekgirtî ji bo karûbarên Îraqê û şandeya pê re kir û ji şandeya mêvan re behsa xebatên rêkeftina aliyên kurdistanî yên ji bona pêkanîna her sê serokatiya; serokatiya herêm, parlamento û hikûmeta Herêma Kurdistaê, têkeliyên digel Bexdayê û çareserkirina pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê li gor destûrê û bi rêya diyalogê kir.

Nêçîrvan Barzanî, roja duşemê 13.05.2019ê li bajarê Hewlêrê pêşwazî li  şandeyeka Neteweyên Yekgirtî ya bi serokatiya Jeanine Hennis Plasschaert kir û di civînekê de ku berpirsên hikûmeta Herêma Kurdistanê amadebûn, nûnera taybetiya sekreterê giştiyê Neteweyên Yekgirtî li Îraqê li hember rêkeftina aliyên siyasiyên Herêma Kurdistanê li ser pêkanîna her sê seroaktiyên Herêma Kurdistanê û başbûna têkeliyên navbera Hewlêr û Bexdayê kêfxwşiya xwe diyar kir. Di civînê da behsa rewşa deverên veqetandî ji Herêma Kurdistanê hat kirin û her du aliyan tekîd li ser asayîkirin û baştirkirina rewşa asayîşa wan deveran û vegerandina xelkê wan deveran û ser mal û warên wan bi hevahengiya navebra Hewlêr û Bexdayê kir.

Rewşa herêmî bi giştî û çend mijarên girêdayî bi rewşa Suriyê û Îranê çend mijarên din yên civînê bûn.