Kurdistan Regional Government


 

Serokwezîr salvegera damezrandina Bingehê Laliş pîroz dike

Nêçîrvan Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê bi peyamekê 26 saliya damezrandina Bingehê Laliş  pîroz dike û cemawerê êzidî piştrast dike ku  hindî xûşk û birayekê êzdî yê revandî li her cihekê mabe, dê hemî hewla ji bo rizgarkirina wan bidin, herwesa dê li ser dosyeya  bicînosaydinasandina karesata Şingalê li ser asta navdewletî berdeam bin û dê hemû hewla din ku Şingal û deverên din yên êzdîyan bêne avedanikirin û tenahî û aramî bo wan vegere.


Teksta peyama Serokwezîr:

Rêzdaran li Desteya Bilinda Bingehê Laliş  li  Duhokê

26-emîn salivegera damezirandina Bingehê Laliş  li we û li hemû endam, kadiro û tevaya bingeh û ofîsên  we û kurdên êzidî bi gişitî pîroz dikim.

Bingehê Laliş  ku kaniyeka zelale dihûrte  rûbarê rewşenbîriya kurdî da, 26 salên bûrî, tevî hemî alozî û astengiyan, bi hewl û mandîbûna kadiro, rewşenbîr, ekademîsyen û xemxorên kultûr û civaka êzdî, berdewam pêşketiye û cî û bingehekê diyar di sazîyên Herêma Kurdistanê da girtiye.

Ji bo xizmeta êzidîyan û civak û saziyên wan, hikûmeta Herêma Kurdistanê dê li ser pişitevanîkirina Bingehê Laliş  û sazîyên din yên êzidîyan berdewam be daku serfraz û bi aramî li ser axa xwe, nêzîkî perstgeh û pîrozîyên xwe li Kurdistanê, li ser jiyan, kar û xebatên xwe berdewam bin û pêşve biçin.

Em careka din we pişitrast dikin ku hindî xûşk û birayekê êzdî yê revandî li her cihekê mabe, dê hemî hewla ji bo rizgarkirina wan din, herwesa dê li ser dosyeya  bicînosaydinasandina karesata Şingalê li ser asta navdewletî berdeam bin û dê hemû hewla din ku Şingal û deverên din yên êzdîyan bêne avedanikirin û tenahî û aramî bo wan vegere.

Dubare salivegera damezirandina Bingehê Laliş  pîroz be, bi hêviya berdewamî, pêşveçûn û serkeftinê ji bo we dixwazin.

 

Nêçîrvan Barizanî
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê
12.05.2019