Kurdistan Regional Government


 

Nêçîrvan Barzanî tevî Kosulê Îmaratê dicive

Nêçîrvan Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê roja duşem 2019/05/06 pêşwaziya Ehmed Îbrahîm Seîd el-Zahêrî Konsulê nû yê Îmarat Yekgirtî yên Erebî li Hewlêrê kir.

Serokwezîr bi pîrozbahî kirina dest bi kar bûna kosulê nû yê Îmaratê, hêviya serketinê jê re xwest û piştîvaniya saziyên hikûmetê ji bo kar û çalakî yên wî nîşanda  û herwiha kûrtiyek derbarê şerê DAIŞê û hatina hijmareka zêde ya penaber û koçberan, têkilî yên navbare Hewlêr û Bexdayê û dawîn hewlên pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê xiste berçav.

Serokwezîr Barzanî daxwza Herêma Kurdistanê ji bo berfireh kirina tekilî yên Herêma Kurdistanê tevî Îmaratê li hemû waran nîşanda, bi taybetî ku derfetên kar ji bo sermayedar û kompaniya yên biyanî li Herêma Kurdistanê heye, herwiha spasiya alîkarî yên mirovî yên Îmaratê ji bo koçber û penaberan li Herêma Kurdistanê kir.

Kosulê Îmaratê silav û rêzên rêveberiya welatê xwe bi Serokwezîr Barzanê ragehand û behsa kar û çelengî yên xwe, pitir bi hêz kirina têkilî yên navbera Herêma Kurdistanê û Îmaratê li hemû waran kir û piştîvaniya sazî yên Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo kar û çalakî yên xwe û alîkarî yên mirovî yên welatê xwe ji bo koçber û penaberan li Herêma Kurdistanê kir.