Kurdistan Regional Government


 

Nêçîrvan Barzanî bi şandeyeka Brîtanyayê ra rewşa deverê dinirxîn in

Nêçîrvan Barzanî Serowkwezîrê Herêma Kurdistanê di civînekê da digel Simon McDonald birîkarê wezîr û serokê Fermangeha Diplomasî li Wezareta Derve ya Brîtanyayê qonaxên şerê dijî DAÎŞ û qonaxa piştî şer, rewşa koçber û penaberên li Herêma Kurdistanê û vegerandina wan bû ser nal û milkê wan û avadekirina deverên wan hatin gotûbêj kirin.

Her di wê civînê da ku, roja şemiyê 04.05.2019ê li bajarê Hewlêrê bi rêve çû, Martin War Konsulê giştiyê Brîtanyayê li Herêma Kurdistanê û şandeka wî welatî jî tê da amade bûn, têkeliyên navbera Brîtanya û Îraq û Herêma Kurdistanê, rewşa emnî û aborî li Îraqê û rola Herêma Kurdistanê di pêkvejiyan û parastina hemû pêkhateyan bê cudahî  mijarên civînê bûn.

Her du aliyî li ser çewaniya bicîkirina aramiyê li Îraqê bi piştevaniya civaka navdewletî, pirosesa siyasî li Herêma Kurdistanê, têkeliyên navbera Hewlêr û Bexdayê hevhizir bûn û di vê çarçoveyê da, Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî got ku Herêma Kurdistanê dixwaze hemû pirsgirêk bi rêya diyalog û li gor qanûn û destûrê bên çareser kirin.