Kurdistan Regional Government


 

Nêçîrvan Barzanî: Em berdewam kar li ser baştirkirina sîstema saxlemiyê dikin

Peyva Nêçîrvan Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê di konferens û pêşangeha Rojhilata Navîn ya ji bo derman, pizîşkî û pizîşkiya didanan li Hewlêrê, roja 01.05.2019ê:

Amadebûyên rêzdar

Di destpêka axaftina xwe da ez bi germî bixêrhatina we hemûyan ji bo vê konferensê û pêşangeha derman û amûrên pizîşkî li Herêma Kurdistanê dikim. Bi taybetî ez bixêrhatina rêzdar dr. Elaedîn Elawan wezîrê saxlemiyê yê hikûmeta Îraqê, rêzdar dr. Qusey Sehîl wezîrê xandina balaya Îraqê û rêzdar dr. Mistefa Hîtî serokê Sindoqa deverên ziyalêketî ji ber terorê û aliyên peywendîdarên perlamentoya Îraqê dikim û hemû alî bi xêr bên.

Ez kêfxweş im ku hijmareke zêde ya prefesor, diktor, pizîşk, şareza û pisporên warê saxlemiyê û tibî li Herêma Kurdistan, Îraq û welatên deverê û ji çend welatên cuda li vir, li Hewlêrê civiyane, daku beşdar bin  divê civîna giring da li ser sektora saxlemiyê û pizîşkî ku hikûmeta Herêma Kurdistanê jî gelek giringiyê bi vê sektorê dide.

Sipas û destxweşî ji bo kompaniya Era Arbo ji bo rêxistina vê çalakiyê û ji bo hewil û wesiyana wan ya ji bo amadekirina vê pêşangehê û dawetkirina vê hijmara mezin ya mêvan ji derveyî welêt.

Ez hêvîdar im ku ev çalakî bibe dîdareka salane û berhemdar li ser asta deverê û cîhanê jî, herwesa şîret û encamên baş jê derkevin û hevkar bin ji bo pêşxistina sektora saxlemiyê û tibî û serxistina pilan û stratejiya hikûmeta Herêma Kurdistan û Îraqê di dabînkirina baştirîn system û xizmetên saxlemiyî û tibî ji bo hevwelatiyan.

Rêzdaran

Rewşa dijwara salên borî li Herêma Kurdistanê her ji destpêka sala 2014ê ku birîna budceya Herêma Kurdistanê dest pê kir, heta şerê dijî DAÎŞê û hatina nêzîkî du milyon penaber û koçberan ji bo Herêma Kurdistanê û nizimbûna buhayê neftê, weke hemû sektorên taybet yên din, tesîreke xerap li ser sektora saxlemiyê li Herêma Kurdistanê jî hebû û piraniya pilan û bernameyên hikûmetê di hemû sektoran de xetimîn, yan hatin paşxistin.

Binyatdanana sîstemeka saxlem a pêşkeftî yek strayejîk û karên pêşîneyên hikûmeta Herêma Kurdistanê bûye. Hikûmetê her zû hest pê kir ku Herêma Kurdistanê pêwîstî bi sîstemeka  saxlemiyê ya modern heye, lê binyatdanana sîstemeka bi wî awayî li ser wê kultûra belav ku berê hebû û bi dehan sal berdewam dike, herwesa ew karên pêştir li hemû Îraqê hatine kirin û zelal nebûye sîsterm bi çawayî ye, karekê hêsan nîne ku bikarîn van hemûyan biguherîn, lê belê berovajî ew tehediyên mezinin û kar û westiayneka mezin jê ra lazime.

Tevî vê jî, li gor îmkanên li berdest hene, hikûmet berdewam xebitiye ku sektora saxlemiyê û tibî pêşde bibe. digel hebûna îradeyeka bihêz ji bo geşkirin û reforman di sektora saxlemiyê da, hikûmetê xizmetgozarîyên saxlemiyê  yên sektora giştî belaş bê cudahî ji bo hemû hevwelatiyan pêşkeş kirine. Derzîlêdana zarokan bi awayekî rêkûpêk hatiye encam dan, rêjeya saziyên saxlemiyê û tibî bilind bûye, xwendin li zanîgehan û pisporiyên cuda yên tibî pêşketine, xizmetgozariyên saxlemiyê û tibî û bi taybetî xizmetgozariyên çareseriyên destpêkî di sewîyeka baş da bûne.

Belê, eger bi lezgînî li amarên hene binêrîn û tevî hemû arîşe û dijwariyan,  warê saxlemiyê û tibî çi bi rêya hikûmetê, yan jî bi rêya sektora taybet, bi lezgînî jî nebe, lê belê berdewamîbûn di vê sektorê de hebûye.

Weke mînak; rêjeya nexweşxaneyên hikûmetî ji 26 nexweşxaneyan ji bo 76,  bingehên saxlemiyê ji 178 ji bo 967 bilind bûyne. Rêjeya qerewêleyan ji bo razana nexweşan ji 3731ji  bo 7805 bilind bûne, holên emeliyatan ji 45 bo 252 hol zêde bûne, hijmara pizîşkan ji 826 bo 6814 û dermanxane jî ji 48 bo 1236 dermanxane zêde bûne. Di sektora taybet da jî 47 nexweşxane li her sê wîlayetên Herêma Kurdistanê; Hewlê, Silêmanî û Duhokê hatine ava kirin ku çareseriya gelek nexweşiyan û nexweşiyên domdirêj dikin.  Sala borî 2018ê 1760 emeliyatên dilvekirinê li Herêma Kurdistanê hatine encam dan.

Hijmareka mezin a senterên pisporiya şihadenameyên Borda Erebî û Îraqî li Herêma Kurdidstanê hene, weke; Borda Erebî 26 senter û 24 senterên taqîkirinên dawiyê, Borda Îraqî 32 senter, Borda Herêma Kurdistanê jî senterên piraniya pisporiyan hene.
Zêdebûna rêjeya nexweşxaneyên hikûmetî û taybetî, berfirehbûna taybetmendî û pisporiyên cuda yên pisîşkî, vekirina senter û kampên pizîşkî û kilînîkên modern, bikaranîna nûtirîn amûr û teknolojiya tibî û çareserkirina piraniya nexweşiyan li Herêma Kurdistanê, kontrolkirina dermanan û baştirkirina hilgirtin, parastin û guhastina dermanan, firehbûn û gelek curên xwendina tibî û pisporyên cuda, ev hemû nîşanên pêşveçûna berdewam a warê saxlemiyê li Herêma Kurdisytanê ne. Her vê yekê jî wisa kiriye ku ji piraniya deverên Îraqê ji bo çareseriya nexweşiyan qesta mala xwe, Herêma Kurdistanê bikin.

Lê pirs eve, galo yaku heye di sewîya daxwazên me daye? Bê şik nexêr.  Çavê me  li astek baştir,  xizmetgozariyên çaktir,  kalîteya bilindtir a xizmetgozariyên saxlemîiyê û tibî ye. Ji bo vê armancê jî hikûmetê stratejî û pilanên kurt û domdirêj hene. Li Herêma Kurdistanê û timama Îraqê hemû sîstema saxlemiyê pêwîstî bi diberçavderbaskirin, nûkirin û pêşxistinê   bi awayekî modern heye ku ji bo hevwelatiyan li hemû Îraqê zamina pêşkeşkirina xizmetgozariyên baştir û pêşkeftîtir be.

Ev yek jî ji çakirin û verastkirina yasa û karê komele û sandîkayên di vî warî da dest pê dike heta digehe bazirgan, anîn û kontrolkirina derman, birêvebirina nexweşxane, kilînîk, kamp û senterêm tibî, miamilekirin bi nexweşan ra,  baştirkirina têkeliyên navbera nexweş û dixtor, pêşkeşkirina hemû awayên xizmetgozariyên tibî bi awayekî hevwelatî tewerê sereke be bi buhayên minsib  û li gor şert û mercên jiyanê û asta aboriya Herêma Kurdistanê, baştirîn çareser werbigire.

Sektora saxlemiyê li hemû  Îraqê pêwîstî bi budceyeka zêdetir heye. Sîsterma saxlemiyê ku heta nuha n çareser kirine, divê bibe xweparastin. Rêjeya pisporiyê di pilana saxlemiyê da, xizmetgozarîyên peristiyarî û teknolojiya zaniyarîyên tendirustî divê bên baştirkirin û hemû nexweşan dosyeya xwe ya taybet ya elektronî hebe. Giringiyeka taybet bi kalîteya xwarinê bê dan û asayîşa xurak ku beşek giring ji asayîşa me ya neteweyî jî ye, bê parastin. Her du sektorên saxlemiyê; giştî û taybetî pêwîstiya wan bi hevahengiya zêdetir heye. Kalîteya derman divê bê bilind kirin. Sîstema tibî ya xêzanan û sîstema bîme ku ji bo Herêma Kurdistanê û Îraqê minasin be bê peyrew kirin, herwesa dihewarîçûn û xizmetgozariyên hewarçûnên lezgîn aktîvtir bibin.
Amadebûyên rêzdar

Tendirustî beşek sereke û giring ji asayîşa neteweyê û niştimanî ye. Divê giringiyeka sereke bi bilavkirina hişiyariya saxlemiyê bihêt dan çi di warê xweparastin ji nexweşiyan û  vegirtina wan, çi di warê bikaranîna derman û çareseriyan bi awayekî rast û dirust da be.

Hişiyariya saxlemiyê divê beşek sereke be ji kultûr û ferhenga civakê. Mediya dikare roleka giring di bilavkirin û bilindkirina asta hişiyariya saxlemiyê da bilîze û ji bona vê mebestê divê saziyên sxlemiyê pilana xwe hebe û berdewam kar li ser bilavkirina rewşenbîrî, agadarî û hişiyariya saxlemiyê bikin.

Pêwîste ji qonaxa baxçeyê zarokan tovê wê hişiyariyê di hizra ferdê civakê de bê çandin û qonax li pey qonaxê zêdetir û dirustir bên perwerde kirin. Divê giringî bi werzişê bê dan û rahînanên werzişî bibe beşek ji rotîn û jiyana rojane ya her ferdek ji me. Bilindkirina asta hişiyarî, heta her kesek ji me xwe berpirs bizane li hember jiyan û saxlemiya xwe, beşek girin ji bo kar û pîşeya we ye.

Rêzdaran

Weke warên din, sektora taybet jî dikare di çakirin û pêşxistina sîstema saxlemiyê û pêşkeşkirina xizmetgozariyan da rola giring hebe. Tecrûbeya serkeftiya welatên pêşkeftî di vî warî da belgeyên zîndî yên vê rastiyê ne. Divê zêdetir giringî bi îmkan û asta zanistî û pisporîya tibî bê dan, ev jî bi sudwergirtin ji tecrûbeya pêşkeftiya welatan, berdewam encamdana lêkolînên zanistî, beşdarîkirin di konferens û workshop yên navdewletî da, heta digehe karê hevbeş û bi hev ra digel tîmên saxlemiyê yên biyanî û tecrûbeya serkeftiya  wan welatan  ji bo Kurdistan û Îraqê veguhêzin.

Eger em sîstemeke pêşkeftî ya saxlemiyê peyrew bikin û armanca me pêşkeşkirina xizmetên baştir û karîgertir be ji bo hevwelatiyan, bi dilrehetî em dikarin bêjin  ku pîşeya we pîşesazîya dirustkirina jiyanê ye bi hemû manayên xwe ve.
Di dawiyê da ji vê konferensê ra serkeftinê dixwazim, hêvîdar im sala bê bi heman coşa niha li vir we bibîn im. Çavê me li ser wê ye ku derencamên vê konferensê dîtin, têbînî û şîretên bi mifa jê derkevin ku ji bo rêxistin û pêşdebirina sîstema saxlemiyê û pêşxistina xwendin û tecrûneya tibî, alîkariya hikûmeta Herêma Kurdistan û Îraqê bike.

Bi vê minasibetê ez dixwaz im bi navê xwe û hikûmeta Herêma Kurdistanê sipasiya hemû pizîşk, karmend, karmendên sektora saxlemiyê bikim yên ku rojên dijwar yên borî, di dema şerê dijî DAÎŞê û kirîza êkonomî da ji xizmetê dûr neketin û nehêla nexweş û birîndar bê xizmet bimînin. Sipasiya wan dikim ku di wê rewşê da li ber xwe da û xwe ragirt û deriyê nexweşxane û bingehên saxlemiyê danexistin  li ser xizmetkrinê berdewam bûn.

Sipas û destxweşî li rêzdar dr. Rêkewt Heme Reşîd wezîrê saxlemiyê û tîma wezaretê û hemû saziyên saxlemiyê li Herêma Kurdistanê dikim ku di nava salên dijwarên borîn da ya ji destê wan hatî xizmet kir û tevî xizmetkirina hevwelatiyên Herêma Kurdistanê, xiameta saxlemiyê û çavdêriya tibî pêşkeşî nêzîkî du milyon koçber û penaberên li kampan li Herêma Kurdistanê kirin.

Gotina dawiyê,  îro Yekê Gulanê ye roja cîhanî ya karkeran e, pîrozbahiyê li karkerên Herêma Kurdistan û Îraqê dikim. Ji wa re cejinek û bihênvedanek xweş dixwaz im. Silav li karkeran û mandînebûna wan. Rola wan di binyatdanan û avadankirin û pêşxistina Îraq û Kurdistanê da cîyê hurmet û şanaziyê ye. Careke din hikûmeta Herêma Kurdistaê weke hertim ji bo ferahemkirina maf û jiyaneka hêja  ji bo karkeran kar dike û hewil dide.

Careka din bixêrhatina hemû aliyan dikim. Ji vê merasimê ra serkeftinê dixwazim.

Gelek sipas

01.05.2019