Kurdistan Regional Government


 

Hikûmeta Kurdistanê Yekê Gulanê pîroz dike

Civata Wezîrê Herêma Kurdistanê bi peyamekê Yekê Gulanê li karkerên Kurdistanê pîroz dike û dibêje ku karker katagoriyeka zîndî û berhemdar  a civakê ye û karkerên Kurdstanê roleke mezin li ser pirosesa avadankirin û binyatdanan Kurdistanê heye.

Teksta peyama Hikûmetê:

Bi minasibeta Yekê Gulanê, roja cîhanî ya karkeran, em gerimtirîn pîrozbahiya li tevaya karkerên Kurdistan û cîhanê dikin.  Yekê Gulanê, ji bona bibîranîn û dirêşepêdan bi xebata karkeran ji bona dakokîkirin ji maf û daxwaziyên xwe yên adil, rojeke giring û pirşingdar e. Karker katagoriyeka  zîndî û berhemdar yên civakê ne, karkerên Kurdistanê rola bi bandor li ser pirosesa avadankirin, binyatdanan û geşkirina Kurdistanê da heye.

Hikûmeta Hrêma Kurdistanê bi giringî  rol û qîmeta vê katagoriya civakî dinêre û ji dil dixwaze hemû maf û daxwaziyên wan bên dabîn kirin,  hikûmet bi cidî lêdixebite ku rewşa jiyana karkeran baştir bike û zêdetir derfetên karî, maf û xizmetan jê ra berdest bike û sektora taybet jî teşwîq dike ku bi piştevanî û alîkariya aliyên peywendîdarên hikûmetê, zêdetir maf û daxwaziyên karkeran li berçavan bigirin û li hember pêdawîstî û daxwaziyên wan xwe bi berpirsiyar bizanin,  jîngeh û aqarek  karî yê minasib û modern jê ra biafirînin.

Em destxweşiyê li Sandîkaya Karkerên Kurdistanê dikin ku dakokî û piştevaniyê li maf û daxaziyên vê katagoriya giringa Kurdistanê dike û em wan paldidin ku zêdetir ji bona bidestxistina mafên karkeran bixebitin û hikûmeta Herêma Kurdistanê jî, weke hertim, ji bona vê armancê piştevan û alîkar dibe.

Bilind û pîroz be Yekê Gulanê, roja cîhanî ya karkeran.

Civata Wezîrên herêma Kurdistanê
01.05.2019