Nêçîrvan Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û Mike Pence Cîgirî Serokê Amerîkayê roja pêncşem 2019/04/25 li peywendiyeka telefonî, derbarê dawîn rewşa asayişa deverên nakok û pirosesa siyasî li Herêma Kurdistan gotubêj kirin.
Serokwezîr pêdagirî li ser giringî a berdewam bûna alîkarî yên Amerîkayê ji bo dabîn kirina asayiş û aramî ya deverên cihê nakok û rê xweş kirin ji bo vegeryana pitir ji miliyonek koçberên Îraqê li kempên Herêma Kurdistanê kir û kûrtiyek derbarê dawîn hewlên pêka nîna kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê û têkilî û diyaloga navbera Hewlêr û Bexdayê ji bo çareser kirina pirsgirêkan li ser bingeha destûr xiste berçav.
Serokwezîr spasiya piştîvaniya Amerîkayê ji bo Herêma Kurdistanê li şerî dijî terorê kir û pêdagirî jî li ser giringî a hevparî û berdewam bûna alîkarî û hemahengî ya navbera her du aliyan kir.
Mike Pence pesna Nêçîrvan Barzanî û Hikûmeta Herêma Kurdistanê û rola Pêşmerge û gelê Kurdistanê da ku hembêza xwe ji bo koçber û penaberan vekirne û pêkhatî yên olî û netewî ku hevrîşê terora DAIŞê bûne, parastine.
Her wiha sersaxî ji malbatên şehîdên Pêşmerge û qurbaniyan kir û pêdagirî li ser berdewam bûna alîkarî û hemahengiya Herêma Kurdistanê û Îraqê tevî Amerîkayê ji be berhingar bûna terorê kir ku hêj gefa wê li ser Îraqê maye û dixwaze aramî û tenahiya vî velatê têk bide.