Kurdistan Regional Government


 

Nêçîrvan Barzanî tevî şandeyeka Kongirêsa Amarîkayê rewşa deverê dinirxîne

Nêçîrvan Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê roja pêncşem 2019/04/25 pêşwaziya şandeyeka kongirêsa Amerîkayê kir û di hevdîtinekê de behsa rewşa siyasî û asayişa deverê, rewşa koçberên destê terorê û têkiliyên navbera Herêma Kurdistanê û Amerîkayê kirin.

Di civîna bi berhev bûna Qubad Talebanî Cîgirê Serokwezîr û Steve Fagin Consulê Amerîkayê li Hewlêrê, şandeya kongirêsa Amerîkayê piştîvaniya xwe ji bo Herêma Kurdistanê û pêşketinên Herêma Kurdistanê nîşanda  û rola Hikûmeta Herêmê û Pêşmerge li şerê dijî terorê û  vehewandina koçber û penaberan giring nirxand û pêdagirî li ser dostîniya Amerîkayê ji bo Herêma Kurdistanê kir.

Serowezîr daxwaza Herêma Kurdistanê ji bo pêş xistan tikilî yên Herêma Kurdistanê û Îraqê tevî Amerîkayê bi awayekê pitir nîşanda û spasiya alîkarî yên Amerîkayê ji bo Herêma Kurdistanê li şerê dijî DAIŞl kir û berhev bûna Herêma Kirdistanê jî bo berhingar bûna terorê  nîşanda.

Barzanî kûrtiyêk derbarê pêşketinên rewşa abûriya Herêma Kurdistanê û çareser kirina qeyranên salên borî xiste berçav û daxwaz ji welatên dost kir ku li Kurdistanê weber anînê bikin û ji bo bi ciha anîna reforman alîkariya hikûmetê bikin.

Li dawiyê jî behsa avedan kirina deverên rizgarkirî, vegeryana koçberan bo deverên xwe, têkilî yên navbera Hewlêr û bexdayê û çareser kirina pirsgirêkan bi rêya diyalogê kirin.