Kurdistan Regional Government


 

Komara Çekê dê vîzayê bi karsaz bazirgan û xwendekarên kurd bide

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê di civînekê da digel Cîgirê wezîrê derve yê Çekê tekîd li ser wê yekê kir ku Herêma Kurdistanê dixwaze têkeliyên xwe di hemû waran da digel Komara Çekê xurt û berfireh bike û piştgiriya xwe ji bo pirojeyên xwendinê li zanîngeha Komara Çekê li herêma Kurdistanê û pilana avakirina Bajarê Akademîk ji aliyê Komara Çekê ve li Hewlêrê nîşan da.

Nêçîrvan Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, roja duşemê 15.04.2019ê li bajarê Hewlêrê, pêşwazî li Martin Smolik  cîgirê wezîrê derve yê Komara Çekê kir û di civînekê da bi amadebûna Konsulê wî welatî li Hewlêrê, cîgirê wezîrê derve yê Komara Çekê got ku konsulxaneya giştî ya welatê wî li Herêma Kurdistanê dest bi pêdana vîzayê bi karsazan, bazirganan û xwendekarên dixwazin li Komara Çekê bixînin dike.

Şandeya Komara Çekê xwesteka welatê xwe nîşan da ku hikûmeta Herêma Kurdistanê nûneratiya xwe li Piraga paytexta welatê wan veke û ev pêşniyar bi dilê serowkezîrê Herêma Kurdistanê bû.

Her du aliyan tekîd li ser hevkarî û hevahengiya navbera herêma Kurdistanê û Komara Çekê di hemû waran da kir û pêşhatên pirosesa siyasî li herêma Kurdistanê û xebatên pêkanîna kabîneya nû û têkeliyên navebra Hewlêr û Bexadayê gotûbêj kirin.