Nêçîrvan Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, êvariya roja yekşemê 31.03.2019ê li bajarê Hewlêrê, pêşwazî li Nancy Linburg seroka Peymangeha Amerîkayê ya ji bo Aşitiyê û şandeya pê re kir.
Şandeya mêvan kêfxeşiya xwe bi serdana bo Herêma Kurdistanê nîşan da û sipasiya hikûmeta Herêma Kurdistanê kir ku hevkarî û alîkariya çalakiyên ofîsa wan ya li Hewlêrê dike, bi taybetî hewndin û pêşwazîkirina hijmareke zêde ya koçber û penaberên şerê DAÎŞê.
Şandeya navborî tekîd kir ku ew dê digel hikûmeta Herêma Kurdistanê karbikin ku li deverên koçber û penaber jê hatine baweriyê dirust bikin û asayîş û xizmetgozarîyan li wan deveran dabîn bikin daku ew koçber û penaber vegerin ser mal û milkên xwe.
Nêçîrvan Barzanî sipasiya serdana şandeya Peymanegha Amerîkayê ya ji bo Aşitiyê kir û got ku hikûmet dê bi her awayî lêbixebite ku ew bawerî çê bibe û diyaloga navbera pêkhateyên wan deveran, bi armanca vegeranidna wan û pêşkeşkirina xizmetgozariyan, dest pê bike.
Serokwezîr ji şandeya mêvan ra behsa pirosesa siyasî li Îraqê û xebatên ji bona dirustkirina têkeliyên baş di navbera hikûmeta Îraq û Herêma Kurdistanê da kir û got ku ji ber wan têkleiyên niha di navbera Hewlêr û Bexdayê da hene çend pirsgirêkên navbera her du aliyan da hatine çareser kirin û yên mayîn jî dê di demên bê da bi rêya diyalogê bên çareser kirin. Herwesa behsa xebatên pêkanîna hikûmeta nû ya Herêma Kurdistanê kir û got ku ji bon pêkanîna kabîneya nû xebatên cidî hene ku di demek zû da timam bibe.