Kurdistan Regional Government


 

Nêçîrvan Barzanî: Paşeroja Kurdistanê di zanistê de ye

Li Hewlêrê ji aliyê Zanîngeha Selahedînê ve merasimek ji bo rêzgirtina li Koçer Bîrkar hat sazkirin û têde, bi amadebûna Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî, doktora fexrî pêşkêşî Koçer Bîrkar hat kirin.

Di merasima rêzgirtina li Koçer Bîrkar de, Seroka Parlamentoya Kurdistanê Vala Ferîd, Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî, Serokê Zanîngeha Selahedînê Ehmed Dizeyî, konsul û nûnerên welatên biyanî yên li Herêma Kurdistanê û hejmarek ji mamostayên zanîngehan amade bûn.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî di merasimê de gotarek pêşkêş kir û ragihand, “tekane rêya pêşkevtina her gelekî, fêrbûna zanista serdem e û paşeroja geş û serbilindî, bi zanist û fêrbûnê çêdibe.
Serokwezîr got ku ji ber dema sedema ew kêfxeşe beşdariyê di merasimê de dike yekm; hebûna prefesor dr, Koçer Bîrkar e ku ev boneye taybete bi cenabê wî. Duyem; êdî dem hatiye em jî rabigehînin ku pêwîste ber bi warê jiyana şaristanîya asayî ku ev çend salên ji ber alozî û pevçûn û serî, em piçekê jê dûrketine.

Gelê Kurdistanê li her dera lê be, şanaziyê bi kesatiyên zansitî ku dikarin di warê cihê da navê Kurdistanê û kurd bibin pêş û li navxwe jî bibin palderên guhertina bîr û hizira civakê. Ev xebateke mezine bi mile xebata siyasî. Kurdistanê pêşmerge û kesên mêrxas gelek hene, îro pêwîstiya me bi kesên jêhatî û zana di warên zanistî da ku bikaribin bîr û mejiyê mirovî pêşve bibin heye.

Serokwezîr diyar kir ku li Herêma Kurdistanê nêzîkî 30 zanîngeh, 700 hezar xwendekar û 8 hezar doctor û mamoste hene û hikûmeta Herêma Kurdistanê, tevî hemû kêmasiyên rewşa êkonomî, herdem karê xwe yê pêşîne piştevaniya xwendinê kiriye û got:
Em nabêjin çi kêmasî nînin û hemû tiştek timam û bê pirsgirêk e, lê em dibêjin pêwîste xwendekar û mamoste di vê serdema zêrîn ya dîroka Kurdistanê da wextê xwe belaş neden. Divê ji bona fêrbûnê şev û rojan bikin yek. Divê ji nah û pêve zanayekî weke dr. Koçer Bîrkar ji xwe re bikin mînaka bala ku wî pêngaveka mezin avêt û gihişte kopîtkê.

Divê xwendekarên Kurdistanê îro, bi ser bilindî biçin ser gora şaîrên mezin yên weke hezretê Xanî, mamoste Qani û Pîremêrd û Bêkes ku daxwaza fêrbûna zanistê ji me dikir. Heweha bi serbilindî biçin pêş wêneyên serkirdeyên mezin wek Şêx Mehmûd, Qazî Mihemed û Barzanî ku ji bona paşeroja me hemû qurbanî bexşîn.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê, heta di wê serdema Kurdistanê bi bin du ambargoyên aborî da bû jî, her karê wê yê pêşîne giringîdan bi zanîngeh û peymangehan bû.  Di serdema berî me da bigehiştina zanîngehê ji bo gelek kesan xewin bû, lê serdema hikûmeta Herêmê da hemû mal ji xwendekarên derçûyên zanîngehan tejî bûye. Lê divê wê jî bizanîn di xwendinê de asta zanistî giringe. Armanca sereka ya xwendekaran divê bidestxistina zanist û zanînê be.

Serokwezîrê Kurdistanê behsa zanayên kurd yên berê kir û got berê mil bi milê serkirdeyên siyasiyên meizn û navdar gelek zana, rewşenbîr û hunermendên mezin di nav gelê me da diyarbûne, eger em li rûpelên dîroka wê zaniest û kultûrayê binêrin ku bi zimanê erebî, farisî û tirkî hatîne nivîsîn, navê bi sedan kurên Kurdistanê dikevin ber çavan. Ew beşeke ji dîroka hevbeşa me û miletên derdûra me ku, bê guman, ji bo gelê Kurdistanê cîyê şanaziyê ne, lê ji ber ku hîngê wê serdemê Kurdistan ne xwedî pênaseke serbixwe bû, berhemên zana û bilîmetên me bêkes man û bûn milkê miletên din.

Niha Kurdistan xwedanê xwe heye û me pênaseya xwe heye û di rêza gelan dayne. Di paşerojê da em dê bibin xwedî pênaseke mezontir. Ev wezîfe her bi tenî siyaset nake, her bi tenê pêşmerge mile xwe nade ber. Zanîngeh, peymangeh û dibistanên Kurdistanê meydana pêşbêrkê jiyar û şaristaniyeta serdem birêve dibin.

Serokwezîr îşaret bi gotina John Kanadî serokê berê yê Amerîkayê kir  ku gotibû: Ne pirse welatê te dikare çi ji bo te bike, bipirse tu bixwe dikarî ji bo welatê xwe çi bikî?