Kurdistan Regional Government


 

Serokwezîr: Saziyên hikûmetê ji bo alîkarîkirina lêqewmiyên Mûsilê di amadebaşiyê da ne

Nêçîrvan Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, di peyamekê da ji malbatên qurbaniyên bûyera îro, 21.03.2019ê, li Mûsilê Qewimî ku gemiyeka geştiyarî binav bû, sersaxiyê dixwaze û berheviya hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo alîkarîkirina lêqewmiyan nîşan dide.

Teksta peyama sersaxiyê:

Em ji kûratiya dil hevderdî û hevxemiya xwe ji  malbat û kesûkarên qurbaniyên bûyera kezebşewat ya îro ya binavûna gemiyeka geştiyarî li Çemê Dicelyê li Mûsilê, nîşan didin.

Em ji wan re sersaxiyê dixwaz in û di vê kêlîka dijwar û biêş da em bi wan re ne. Xwedayê mezin dilrehetî û aramiyê bi wan bibexşe û hêviya selameiyê ji bo rizgarbûyan dixwazin. Em hêvîdar in ku bûyerên kezebşwewt yên bi wî awayî çi çara dubare nebin.

Her  ji dema destpêka bûyerê, em ji nêzîk rewşê û pêşhatan di şopînin, hemû saziyên peywendîdarên hikûmeta Herêma Kurdistanê hatine arastekirin û ji bo piştevanî û alîkarîkirinê timam di amadebaşiyê da ne, nexweşxane û beşên hawraçûnê di pêşwaziya lêqewiyan da ne.

Xwedayê mezin piştevan û alîkar be.

Nêçîrvan Barzanî
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê
21.03.2019