Kurdistan Regional Government


 

Serokwezîr: Em dê geştiyariyê bikin çavkaniyeka dahatiniyê

Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di merasimekê da, roja 17.03.2019ê li bajarê Hewlêrê, pîşangeha Tûrîzmê li Rojhilata Navîn vekir.

Di vê merasimê da, Serokwezîr Barzanî peyvek pêşkeş kir û di destpêkê da bixêrhatin li hemû mêvanan û bi taybetî li Ebulemîr Hemdanî wezîrê rewşenbîrî  û tûrîzmê yê hikûmeta Îraqê kir û got ku ew kêfxweşe vê rojê beşdariyê di çalakiya vekirina pîşangeha tûrîzmê li Rojhilata Navîn dike, hêvî xwest ku kar û çalakiyên pîşangehê bi serkeftî birêve biçin û bibe sedema ku zêdetir sektora tûrîzmê li Herêma Kurdistanê pêşbikeve.

Herêma Kurdistanê aqarekê minasibe û gelek madeyên xav yên tûrîzmê tê da hene. Herêma Kurdistanê dikare bibe nawendeka tûrzîmî li ser asta Îraq û Rojhilata  Navîn ku ji bo geştiyariyeka pêşkeftî gelegtirîn toxim tê da hene. Li Herêma Kurdisanê her çar werzên salê derfeta geştiyariyê heye, her çi qas werzê havînê germe lê werzên din gelek minasib in.

Xwezayê Kurdistanê balkêşe, desşt, dol, gir û çiya, çem, rûbar û kanî, daristan û bi sedan şûnwarên dîrokî hene, ev hemû ew pêwîstîne ku geştiyar dixwazin bibînin. Ji hemûyê giringtir jî berhevî û jîngeha civakî, civata xelkdost û mêvanperweriya Kurdistanê ye ku hertin hez ji xweşî û jiyanê dike, di nav aramî û aşitiyê da ye, xelkê Kurdistanê tu arîşe digel bîr û felsefeya tûrîzmê da nîne.Ya dimîne ewe ku ev warê geştiyariyê bi baştirîn awayî bê bikaranîn.

Nêçîrvan Barzanî hêvî dike ku ew pîşangehe ji îro û pêda xizmeteka baş pêşkeş bike berhemhêneran pal bide ku sermayeyê xwe li Herêma Kurdistanê  di warê tûrîzmê da birazînin. Û bibe rêxweşkerek ku zêdet tûrîst qesta Herêma Kurdistanê bikin û wisa bike ku Herêma Kurdisanê bibe xwediya baştirîn xizmetên geştiyariyê  û herêmek serke ya gerştiyaran be li deverê.

Serokwezîr dibêje ku eger ev çend salên dijwar bi ser herêma Kurdistanê da nehatiban, hikûmeta Herêma Kurdistanê pilaneka berfireh ji bona pêşxistina sektora tûrîzmê da bi cî bike. Her ji rêxistin û berfirehkirina infrastruktura geştariyê û heta digehe pêşkeşkirina baştirîn xizmetan di hemû waran da.

Ji bona binyatdanan sektora geştiyarî, hikûmeta Herêma Kurdistanê bi awayekî serek pişta xwe bi sektora taybet ve girê dide. Di warê binyatdanana infrastureke saxlem û berfireh ya geştiyarî li Herêma Kurdistanê, sektora taybet dikare rola yekalîker bilîze. Divê rewş û biserhatiyên çend salên dijwarên borî ji Herêma Kurdistanê re bibin ders û îbret. Divê hemû awayan kar bê kirin ku Herêma Kurdistanê piraniya dahatiniyê xwe ne ji neft û samanên xwezayî, lê ji sektorên din yên weke tûrîzm, zîraet û pîşesaziyê dabîn bike.

Serokwezîr careke din daxwazê ji berhemhêner û sermayedarên biyanî û navxweyî dike ku kar û sermayerazandinê di warê geştiyariyê de li Herêma Kurdistanê bikin.  Aqarê geştiyariyê li herêma Kurdistanê gelek minasibe ku di nava çend salan da bibe çavkeniyek mezin ya qazancê ji bo berhemhêneran û ji bo Herêma Kurdistanê jî infrastrukturek zengîn ya geştiyariyê bê ava kirin ku bibe yek ji çavkaniyên sereke yên dahatiniyê û bi sedan hezar derfetên karî jî peyda bike.

Herêma Kurdistanê  bi tenê bi hebûna sê sektorên bihêz; geştiyarî, zîraet û pîşesazî dikare xwe ji metirsî û encamên xerapên piştbestin bi tenê bi sektora neft û gazê ve rizgar bike. Hikûmeta herêma Kurdistanê dê hemû hevkarî û hêsankariyan pêşkeş bike daku rêya li pêşiya sermayerazandinê di sektora geştiyariyê da xweş bike û wisa bike ku sermayeyekê mezin yê biyanî û navxweyî di sektora geştiyariyê de li herêma Kurdistanê bê razandin û pêşxistina warê tûrîzmê yek ji karên pêşîneyên hikûmeta bihê be.

Hindek car yasa û rênîşander, hindek caran jî rotîn, rêkar û îdareyeke sist û xav, wisa dikin ku berhemhêner du dil be, yan jî dûr bikeve û newêre sermayerazandinê bike. Lê li vir ez hemû aliyan dilrehet dikim ku hikûmeta Herêma Kurdistanê di çarçoveya çaksaziyan da her çi pêwîst be dê bike ji bona nehêlana kêmasiyan û gav bi gav aqarekê baştir ji bo sermayerazandinê di hemû waran de xweş bike.

Her ji destpêkê  siyaseta hikûmeta Herêma Kudistanê ew bû ku roleke mezin bi sektora taybet bide ji bona hemû warên avadankirin, binyatdanan û pêşxistina hemû sektorên jiyanê li Herêma Kurdistanê bi awayekî aktîv û hevbeş beşdar be. Di qonaxên bên da ew beşdarî û hevbeşiya sektora taybet ji bo pêşxistina her sê sektorên; tûrîzm, zîraet û pîşesazî mezintir û berfirehtir dibe.

Serowkezîrê behsa têkeliyên Hewlêr û Bexdayê dike û dibêje:

Em bi hêvî ve li paşeroja têkeliyên xwe yên digel Bexdayê dinêrin. Em dixwazin gav bi gav hemû pirsgirêkên bi hikûmeta Federal y Îraqê re di çarçoveya destûrê da çareser bike. Em hêvîdar in ku başbûna têkeliyên Hewlêr û Bexdayê, palderek din be ji bo berhemhêner û sermayedar  ji derfetên kar û sermayerazandinê li Herêma Kurdistanê sur werbigirin. Ew dikrin ji vir, ji Herêma Kurdistanê ber bi deverên din yên Îraqê jî gavan biavêjin û sînorê sermayerazandinê berfirehtir bikin.

Di demekê de ku em ber bi Cejna Newrozê diçin û bi hezaran xûşk û birayên me yên îraqî li bajar û deverên din yên Îraqê, herwesa ji welatên cîran ji bo seyran û geştiyarîyê dê qesta Herêma Kurdistanê bikin. Daxwazê ji saziyên emnî û ji hemû saziyên peywendîdar yên hikûmeta Herêma Kurdistanê dikim ku bi berdewamî hevkariyê bikin, li deriyên sersînoran û balefirxaneyan bi girnijîneke ciwan û rûyekê geş û miamileyeke kurdistaniyane ya nerim û xweş, bi germî bixêrhatin û pêşwaziyê li mêvanên ezîz bikin.

Kultûra pêkvejiyanê, lêbihurînê û aşitîxwazaneya gelê Kurdistanê, divê bi hemû karû miamileya karmendan, efser, polîs û karbirêkerên rê û deriyên ser sînoran û balefirxaneyan divê bi awayekî gelek baş diyar be. Yê/a ku qesta Herêma Kurdistanê dike divê hest bike bi aramî li welêt û li mala xwe ye.

Weke tê zanîn ev pîşangeha tûrîzmê ya Rojhilata Navîn ji aliyê Middle East Turizm Expo  û Desteya Geştûgozariya ser bi wezareta şaredariyê ya hikûmeta Herêma Kurdistanê ve ahtibû amade kirin.