Kurdistan Regional Government


 

Peyama sersaxiyê ya Serokwezîrê Kurdistanê ji bo malbata Îzet Tufîq

Nêçîrvan Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê di peyamekê da ji malbata xwdêjêrazî Îzet Tufîq Cafer serokê Desteya Nezaheya Îraqê sersaxiyê dixwaze ku li bajarê Duhokê di bûyereke trafîkê de jiyana xwe ji dest da.

Tekseta peyama sersaxiyê:

Birêzan malbata Îzet Tufîq Cafer
Serokê Desteya Nezaheya Îraqê

Bi xem û kovanek mezin, êvaroya roja 14.03.2019ê di bûyereka trafîhê da li bajarê Duhokê xwedêjêrazî Îzet Tufîq Cafer Serokê Desteya Nezaheya Îraqê jiyna xwe ji dest da. Bi vê boneya xemgîn em ji malbata wî ya birêz sersaxiyê dixwaz in û bi wan re hevsiz û hevxem in.

Xwedayê mezin sebir û tehemûlê bi hemû aliyan bide,  xwedêjêrazî jî bi buheşeta berîn şad bike û ev dawî kovana balnata wî ya birêz be.

Nêçîrvan Barzanî
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê
15.03.2019