Kurdistan Regional Government


 

Nêçîrvan Barzanî digel cîgirê wezîrê derve yê Tirkiyeyê dicive

Nêçîrvan Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, roja pêncşemê 14.03.2019ê li bajarê Hewlêrê pêşwazî li Sîdad Onal Cîgirê wezîrê derve yê Tirkiyeyê û şandeya pê re kir û di civînekê de têkeliyên Hewlêr û Anqereyê nirxandin.

Şandeya mêvan kêfxweşiya xwe bi serdana bo Herêma Kurdistanê nîşan da, pîrozbahî li Nêçîrvan Barzanî kir ku ji bo posta Serokê Herêma Kurdistanê hatiye kandîd kirin, hêvî xwest ku di demek herî zû da kabîneya nû ya hikûmeta Herêma Kurdistanê bê pêkanîn, behsa têkeliyên dîrokiyên navbera Herêma Kurdistan û Tirkiyeyê kir û berheviya welatê xwen nîşan da ku wan têkeliyên di hemû waran da zêdetir pêş bixe.

Nêçîrvan Barzanî sipasiya  vê serdanê kir û hêvî xwest ku Onal di wezîfeya xwe ya nû (Cîgirê wezîrê derve yê Tirkiyeyê) da serkeftî be û tekîd li ser wê yekê kir ku Herêma Kurdistanê hertim xwestiye têkeliyên baş digel welatên cîran û bi taybetî digel Tirkiyeyê da ku, di demên dijwar da alîkariya Herêma Kurdistanê kiriye, hebin.

Serokwezîr ji şandeya mêva ra diya kir ku Herêma Kurdistanê dixwaze têkeliyên xwe yên bi Anqereyê re di hemû waran da û bi taybetî di warê bazirganî û êkonomî da zêdetir pêş bixe.

Nêçîrvan Barzanî behsa têkeliyên bi Bexdayê re kir û got ku wî digel Adil Abdulmehdî Serowkezîrê Îraqa Federal hewil daye çend pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê da hene çareser bikin û hikûmeta Herêma Kurdistanê amadeya hemû pirsgirêkên din jî bi hikûmeta Îraqê re bi diyalogê û di çarçoveya destûra Îraqê da çareser bike û di vê çarçoveyê da rola welatên dost jî giringe.