Kurdistan Regional Government


 

Cîgirê Serokwezîrê Kurdistanê digel Cîgirê Serokwezîrê Estoniyayê dicive

Qubad Talebanî Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, roja duşemê 11 adarê, li ser vexwandina Serokwezîrê Estoniyayê, bi serdaneke fermî gihişte Talîn paytexta Estoniyayê.

Talebanî di vê serdana xwe da, di heman rojê da, digel Cîgirê Serokwezîrê Estoniyayê Taymar Peter Kup civiya.

Di civînê da; têkeliyên navbera Herêma Kurdistanê û welatê Estoniyayê û  sudwergirtin ji sîstema hikûmeta elektironî ya pêşkeftiya wî welatî hatin behis kirin.  Hikûmeta Herêma Kurdistanê dikare mifa ji tecrûbeya Estoniyayê ya di warê hikûmeta elektronî da werbigir û dê bibe sedema baştir birêvebirina karûbarên hevwelatiyan û baştir xizmetkirina wan.

Şandeya Estoniyayê qonaxên bielektironîkirina hikûmeta welatê xwe ji Qubad Talebanî ra zelal kirin û berheviya xwe nîşan da ji di vî warî da hevkariya hikûmeta Kurdistanê bikin.