Kurdistan Regional Government


 

Li Helebceyê nexweşxaneyeke taybet bi birîndarên çekê kîmiyayî hat vekirin

Qubad Talebanî Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, hevrê digel wezîrê perwerdeyê, wezîrê saxlemiyê, wezîrê karûbarên şehîd û enfalkiriyan û waliyê Helebceyê, roja 07.03.2019ê li bajarê Helebceyê, nexweşxaneya taybet bi îlackirina birîndarên kîmiyabaranê, cadeyek û komelgeheka perwerdeyê vekirin.

Di merasima vekirina naxweşxaneyê da, Qubad Talebanî di peyvekê da got ku biweîlayetkirina Helebceyê, xewina Mam Celal û gelek kesên dî bû  rastî, kabîneyên berê yên hikûmeta Kurdistanê, çalakvanên civaka medenî gelek xebat ji bona biwîlayetkitna Helebceyê dan û di serdama kabîneya heştem da bi encam gihiştin. Talebanî got ku biwîlayetkirina Helebce karekî hêsan bû, lê karê bi zehmet maye û ji niha dest pê dike ku bi baştirîn awayî xelkê vê deverê ku gelek êş û azar dîtne xizmet jê ra bê kirin.

Cîgirê Serokwezîr behsa nexweşxanyê kir û got ku her çiqas vekirina wê diring ket, lê ev pirojeye pêngaveke mezine û hêvî xwest ku ev nexweşxaneye ji xem û azarên birîndarên kêmiyabarê kêm bike: piştî vê pêngava hikûmetê niha erka karmendên saxlemiyê ye ku bi baştirîn awayî îlaca birîndarên çekê kîmiyayî bikin.

Her li bajarê Helebce, Cîgirê Serokwezîr cadeyek bi navê Amanc Rehîm vekir. Weke tê zanîn Amanc Rehîm sekreterê Civata Wezîrên Herêma Kurdistanê ye û wî roleke mezin û bi bandor di pirojeya biwîlayetkirina Hekenceyê da hebû, ji ber hindê ew cad bi navê wî hat binav kirin.

Di çarçoveya serdana xwe ya bo bajarê Helebceyê, Qubad talebanî kampaka modern ya perwerdeyê vekir ku tev qonxaên xwendê li xwe digire û ji aliyê hikûmeta Koreya Başûr ve hatiye avakirin. Talebanî sipasiya Koreya Başûr kir û tekîd li ser giringiya warê perwerdeyê ji bo Herêma Kurdistanê kir  û got: bê perwerdeyeke baş çênabe behsa hukimdariyeke baş û saxlemê bê kirin.