Kurdistan Regional Government


 

Peyama hikûmetê ji bo bîranîna serhildana 1991

Peyama Civata Wezîrên Herêma Kurdistanê bi bîranîna 28 saliya serhildana adara sala 1991ê :

Cemawerê serbilind û xweragirê Kurdistanê

Îro 28 sal bi ser serhildana mezina adara sala 1991ê da derbas dibin. Bi vê minasibeta bi rûmet gerimtirîn pîrozbahiya li malbatên serbilindên şehîdan, pêşmergeyê mêrxas û tevaya kurdistaniyên ezîz bi hemû pêkhateyên neteweyî û olî li navxwe û derveyî Kurdistanê dikin.

Serhildan ku, deng û îradeya gelê Kurdistanê bû ji bo retkirina sitem û weferzkirina bi ser xwestek û çarenivîsa gelê Kurdistanê da bû, bi qurbanîdan û westiyana gel û bi yekrêzî û yekgirtina aliyên siyasî û tev pêkhate, çîn û katagorîyan, mezintirîn serkeftina dîrokî ji bo gelê hat tomar kirin. Her bi wê yekrêzî û canê xweragiriyê bû ku piştî serhildanê heta niha Herêma Kurdistanê gelek pîlanên terorîstên şerxwaz û nahezan jinavbirine û gelek asteng û kirîzên nexwestek bi serkeftî derbas kirine.

Kurdistaniyên ezîz

Xebat û xwertagiriya we ji bona bidestxistina jiyaneka azad û serbilind, cîhaneke şaristanî ya tejî aramî û lêbihurînî û aşitî û xwejiyanê bû. jiyanek ku hêjayî dîroka dêrîna qurbanîdan û westiyana gelê  me yê sitem dîtî be di qonaxên cuda yên xebat û tekoşîna aşitîxwzane da. Daxwazên rewa û destûriyên Herêma Kurdistanê li Îraqa Federal mafê xwezayî û adil yê gelê me ye. Îraqeka biîstîqrar û gelekî xweşjiyan berhema sîstemeke saxlem ya demokrasî û federalî ku tê da rêz ji destûrê re bê girtin, hevbeşiya rasteqîne û mafên rewayên hemû pêkhateyan tê de parastî bin.

Kurdistaniyên xweştivî

Hikûmeta Herêma Kurdistanê berhema îrdaeyeke niştimanîya gelê Kurdistanê ye bi hemû pêkhateyên neteweyî û olî ve û yek ji destkeftiyên bi buha yên serhildanê ye, parastin û xurtkirina wê erk û berpirsiyariya tev  alî, çîn û kategoriyên gelê me ye. ev ereke îro ji her demek din zêdetir lihevtêgehiştin û biratî û zêdetir yekrêzî ji hemû aliyên Kurdistanê tê xwestin.

Em pişt rast in ku hîmeta dilsozane û hestkirina bi berpirsiyariyê hemû alî dê di asta vê erka dîrokî da bin ji bona parastina destkeftiyên serhildanê  û xurtkirina bingeh û stûnên  kurdistaneke bihêz, weke wefayek ji bo xûna şehîdên qareman û dîroka tejî qurbanî û serweriyên gelê me ji bona îstîqrar, geşepêdana Herêma Kurdistanê, jiyaneka serbilind, xweşjiyanî, bidestxistin û parastina mafên kurdistaniyan û paşerojeke geş ji bo hemû pêkhateyên Kurdistanê  û nifşê paşerojê.

Bilind û bi rûmet be bîranîna serhildana adara 1991ê

Silav û nemrî ji bo canê paqijê şehîdên serhildanê û tevaya şehîdên Kurdistanê

Civata Wezîrê Herêma Kurdistanê
05.03.2019