Kurdistan Regional Government


 

Serokwezîr pêşwaziyê li Konsulê Kuwêtê li Hewlêrê dike

Nêçîrvan Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, roja duşemê 11.02.2019ê li bajarê Hewlêrê pêşwazî li Omer Al-Kinderî  Konsulê Giştiyê Kuwêtê yê Herêma Kurdistanê û şandeya pê ra kir û di civînekê da çend pirs û mijarên girêdayî rewşa herêmî nirxandin.

Consulê Kuwêtê kêfxweşiya xwe bi dîdara bi Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî ra nîşan da û destxweşî li hikûmeta Herêma Kurdistanê kir ku bi awayekî serkeftî ji kirîzan derbas bû û hijmareke zêde ya koçber û penaberan hewandine û behsa wan alîkariyan kir ku welatê wî pêşkeşî koçber û penaberên li Herêma Kurdistanê dike.

Nêçîrvan Barzanî sipasiya welatê Kuwêtê kir ku alîkariya koçber û penaberên li Herêma Kurdistanê dike û bi taybetê, ji bona wan alîkariyan,  sipasiya Mîrê Kuwêtê û Konsulê vî welatî li Herêma Kurdistanê kir û got ku wan alîkariyan barê giranê ser milên hikûmeta Kurdistanê sivik kir.

Rewşa siyasî û emnî ya deverê, têkeliyên navbera Hewlêr û Bexdayê, serdana dawiyê ya Serokwezîrê Kurdistanê bo Bexdayê û civîna digel Serokwezîrê Îraqê, têkeliyên herêmî û bi  welatên cîran ra û pêşxistina têkeliyên Herêma Kurdistanê bi Kuwêtê di warên cuda da, di civînê da hatin gotûbêj kirin.