Kurdistan Regional Government


 

Naveroka prêskonferensa Serokwezîrê Îtalya û Serokwezîrê Kurdistanê

Nêçîrvan Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, roja çarşemê 06.02.2019ê li bajarê Hewlêrê digel Giuseppe Conte Serokwezîrê Îtalyayê û şandeya balaya pê re civiya.
Piştî civînê her du serokwezîran di preskonferensekê da behsa naveroka civînê û çend mijarên din yên aktuel di rojeva Kurdistan, Îraq û herêmî da kir.


Nêçîrvan Barzanî dest bi axaftinê kir û got:


- Vê êvarê em gelek kêfxweş bûn ku me pêşwaz li cenabê  Giuseppe Conte Serokwezîrê Îtalyayê kir û em bi germî xêrhatina wî ji bo Hewlêrê dikin. Ev jî giringîdana Îtalyayê bi Herêma Kurdistanê û Îraqê bi awayekî giştî ye.  Me, di civînê da, behsa rewşa emnî  ya deverê bi giştî û pêşhatên dawiyê yên şerê dijî DAÎŞ û terorê, rewşa siyasiya Herêma Kurdistanê û pêşhatên dawiyê yên pirosesa siyasî li Herêma Kurdistanê kir.

- Îtalya yek ji wan welatan e ku, du çarçoveya Hevpeymaniya Navdewletî da, ji bo Îraq û Herêma Kurdistanê  alîkareke sereke bû. Îtalya di warê meşiq û rahînan pêşmerge û di warê pêşkeşkirina hevkarîyên însanî û leşkerî piştevaniya Îraq û Herêma Kurdistanê kiriye û hevkarî û hevahengî digel wezareta karûbarên pêşmerge û aliyên peywendîdarên Herêma Kurdistanê berdewam hebûye. Di warên siyasî, ferhengî û kultûrê jî da têkeliyên gelek bihêz di navbera Herêma Kurdistan û Îtalyayê da hene. Ji bo wan hemû karên di warê kulturê da li Herêma Kurdistanê kirine, em sipasiya Îtalya dikin.

- Em sipasiya Îtalya dikin ji bo piştevanî û alîkariyên berê û em hêvîdar in ku di paşerojê jî da berdewam bin. Em sipasiya wan dikin ku bi rêya kompaniyeke taybetmend û li jêr parastina hêzeke îtalyayî da, rolek baş di çakirin û parastina Bendava Mûsil da list û wê pirojeyê cîbicî dikin

- Me di civînê da behsa têkeliyên navbera Hewlêr û Bexdayê kir û me tekîd li ser wê yekê kir ku hikûmeta Herêma Kurdistanê dixwaze hemû pirsgirêkên bi Bexdayê re di çarçoveya destûra Îraqê da çareser bike, me careke din piştevaniya Herêma Kurdistanê  ji bo hikûmeta cenabê Dr. Adil ERdbulmehîd diyar kir û dixwaze hemû arîşe bên çareser kirin. Me behsa rewşa koçber û penaberên li Herêma Kurdistanê hene kir û em daxwaz dikin ku Îtalya berdewam civaka navdewletî pal bide ku alîkariya penaberên li Herêma Kurdistanê bike. Me behsa meseleya pêkvejiyan û lêbihurînê ya di navbeta pêkhateyên olî û neteweyî da li Herêma Kurdistanê kir û me tekîd li ser wê yekê kir ku Herêma Kurdistanê dê bi her awayî hemû pêkhateyan biparîze alîkariya wan bike.

Serowezîrê Îtalyayê di preskonferensê de got:


- Ez sipasiya Serokwezîr dikim û gelek kêfxweş im ku îro li virim weke yekem serdana min ji bo Kurdistana Îraqê. Gelek sipasiya saziyên hikûmetê dikim û bi taybetî  Serokwezîr Barzanî  ji bo vê mêvandariya germ û bi heyecan.  Ez tekîd dikim ku civîna me gelek erênî bû,  û me behsa têkeliyên dostane û dîrokî yê ku Îtalya û vê herêmê bi hev re girê dide, kir.
Ez dikarin bêjim ku hilbijartinên payîza borî ji bo demokrasiyê wextek giring bû. Awayê encamdana wan hilbijartinan belgeyeke ku gelê kurd pêgehiştiye û tîniyê demokrasiyê ye û bi hêviya pêkanîn û destbikarbûna hikûmeta nû. Em hêvîdar in ku wê hikûmetê îmkanên bidestxistina pêdawîstiyên gelê kurd hebe, bikaribe têkeliyên bihêz û bi mifa digel Bexdayê hebin jibona bigehin armancên giştî û hevbeş, aşitî, xizmetgozarî, geşkirin ji bo hemû Îraqê û bi tyabetî ji bo vê herêmê.

- Me, herwesa, digel serokwezîrê Îraqê behsa otonomiyê kurda kir û struktura federaliyê ji bo Îraqê kevirê bingehîn e û destûrê jî îtîraf pê kiriye û pêwîste ev pirs weke pirseke îtîrafpêkirî bimêne  û li hember hemû guhertin û  pêşveçûnên di paşerojê de diqewimin bimîne. Milmilanên navdewletî giran û bi bandor in,  ji ber hindê divê îstîqrara deverê karê  pêşîneyê siyaseta we ya aborî û civakê be.

- Em, xebat û tekoşîna we ya ji bo jinavbirina DAÎŞê bilind dinirxîn in û  we karekî gelek mezin û bê hempa li Îraqê kir, we ew yek bi hêz û îmkanên xwe encam da, lê îro em hemû dizanin DAÎŞ hîşta metirsî ye. her çiqas niha çi cografiya û devereke diyarkirî di bin destê wê da nîne, lê belê divê hûn gelek hişiyar bin  û çênabe civaka navdewletî jî li hember vê metirsiyê bê deng be.

- Me têkeliyên dualî gotûbêj kirin û gotûbêjên me gelek erênî bûn. Em her du alî dixwazin têkeliyên me zêdetir geş bikin. Têkelî û diyaloga me berdewam dibin û hevahengî û hevkariyên me di hemû sektoran da heye. Ez gelek şanaziyê dikim ku zanîngehên Îtalyayê alîkariya parastina samanê zengînê şûnewarên we dike.

- Îtalya destpêşxeriyê dike di warê geşekirin û pêşkeşkirina hevkariyan, bi taybeî di warê xwardemenî, saxlemî û parastina asayîşê da. Ez dikarim bêjim di asayîkirina bajarê Mûsiê de me rolek giring heye. Nêzîkî 40 kompaniyn îtalyayî li vêr kar dikin, ez pişt rast im ku hevahengiya navbera me da dê hem ji bo Îtalya û hem jî ji bo herêma we hetim xêr be.