Kurdistan Regional Government


 

Serokwezîrê Kurdistanê digel Serokwezîrê Îtalyayê dicive

Nêçîrvan Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, roja çarşemê 06.02.2019ê li bajarê Hewlêrê digel Giuseppe Conte Serokwezîrê Îtalyayê û şandeya balaya pê re civiya.

Di civînê de ku Qubad Talebanî Cîgirê Serokwezîr amadebû, Serowkezîrê Îtalyayê kêfxweşiya xwe bi serdana Herêma Kurdistanê û bi dîdara Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî ra nîşan da, rol û mêrxasiya pêşmegeyê Kurdistanê di rûbirûbûna DASÎŞê da,  parastina hemû pêkhateyan bê cudahî û hewandina hijmareke zêde ya koçber û penaberan û pêkvejiyana li Herêma Kurdistanê heye, bilind nirxadin.

Giuseppe Conte tekîd li ser berdewamiya hevkarî û alîkariyên di warê serbazî û însanî da û zêdetir pêşxistina têkeliyan di hemû waran da kir û got ku welatê wî giringiyê bi têkeliyên xwe yên bi Herêma Kurdistanê ra dide.

Conte, herwesa, destxweşî li hilbijartina parlmanetoya Kurdistanê û beşdarîkirina Herêma Kurdistanê di hilbijartinên Îraqê da û diyaloga navbera Hewlêr û Bexdayê ya ji bona çareserkirina pirsgirêkên navbera herdu aliyan û hevahengiya di warê emnî û di warên din da,  kir.

Nêçîrvan Barzanî sipasiya serdan û alîkariyên Îtalyayê kir ku di rewşên dijwar da bi Herêma Kurdistanê re kirine û bi taybetî alîkariyên di warê însanî, leşkerî û kulturê da. Barzanî behsa têkeliyên bi Bexdayê re kir û got ku bi rêya diyalogê beşek ji pirsgirêkan hatine çareser kirin û tekîd kir ku Herêma Kurdistanê piştevaniyê li hikûmeta Adil Abdulmehdî dike û lêdixebite ku di paşerojê da ew arîşeyên mane jî bên çareserkirin.

Serokwezîr Barzanî got ku hêşta metirsiya DAÎŞ ê maye û bi pêwîstî zanî  ku bi mekanîzmeke din rûbirûyê DAÎŞê bê kirin, û di vî warî da ronahî xiste ser ew hevahengiya başa navbera Hewlêr û Bexdayê da heye û piştevaniya civaka navdewletî jî bi pêwîstî zanî. Barzanî tekîd kir ku pêkhateyên Herêma Kurdistanê xelkê resenê vî welatî ne û divê civaka navdewletî alîkariyê bike ku koçber û penaber vegerin ser mal û warên xwe û deverên wan bên avadankirin.

Nêçîrvan Barzanî ji şandeya mêvan ra behsa qurbanîdanên pêşmergeyê Kurdistanê di şerî dijî DAÎŞê da û rewşa koçber û penaberan, rewşa aborî, çaksaziyên hikûmeta Kurdistanê, baştirbûna rewşa aborîya Herêma Kurdistanê, hebûna derfetan ji bo kompanî û şirketên italyayî ku li Herêma Kurdistaê da di warên cuda da sermayerazandinê bikin, kir.