Kurdistan Regional Government


 

Nêçîrvan Barzanî pêşwaziyê li Balyozê Almaniyayê yê Îraqê dike

Nêçîrvan Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, roja 05.02.2019ê li bajarê Hewlêrê, pêşwazî li Cyrill Nunn Balyozê Almaniyayê yê Îraqê û Barbara Wolf Konsula Almaniyayê ya Herêma Kurdistanê kir.

Şandeya mêvan kêfxweşiya xwe bi dîdara bi serokwezîr re nîşan da û got ku welatê wan dê li ser alîakrîkirina Herêma Kurdistanê di warî mirovî û serbazî da berdewam be, herwesa, mêrxasiya pêşmerge di şerî dijî DAÎŞê da û parastina hemû pêkhateyên olî û neteweyî bê cudahî, bilind nirxand.

Balyozê Almaniyayê got ku dema wezîrê derve yê Almaniyayê di serdana xwe ya bo Kurdistanê de, serdana çeperên şerê dijî DAÎŞê kirî, ew hizin bû çi bibû ku nexweşxaneyeke taybet bi çareserkirina pêşmerge li Hewlêrê ava bike. Niha ew nexweşaxane har vekirin û teslîmî wezarata karûbarên pêşmerge hat kirin.

Nêçîrvan Barzanî sipasiya serdana şandeya mêvan û alîkairyên serbazî yên di rojên dijwar da Almaniyayê pêşkeşî Herêma Kurdistanê kirîn, kir û pesina Almaniyayê da ku ew diyarîya mezin û bi qîmet, nexweşaxane, pêşkeşî hêzên pêşmergeyê Kurdistanê kirî ku bi rastî di asta qurbaniyên pêşmerge da ye.

Têkeliyên Hewlêr û Bexdayê, hevahengiya saziyên emnî yên her du aliyan li wan deverên metirsiya serhildana DAÎŞê heye hatin gotûbêj kirin. Di vê çarçoveyê da, Nêçîrvan Barzanî diyar kir ku çend civîn di navbera her du aliyan da hatine saz kirin ji bona dîtina  mekanîzmeka minasib ku  hevahengî di navbera pêşmerge û arteşa Îraqê de hebe.