Kurdistan Regional Government


 

Serokwezîr digel Alîkarê Wezîrê Xezîneya Amerîkayê dicive

Nêçîrvan Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, roja duşemê 04.02.2019ê li bajarê Hewlêrê, pêşwazî li Alîkarê Wezîrê Xezîneya Amerçkayê û şandeya pê re kir.

Alîkarê Wezîrê Xezîneya Amerîkayê kêfxweşiya xwe bi dîdara Serowkezîr Barzanî nîşan da û pêşveçûnên Herêma Kurdistanê di warên cuda da û bi tyabetî di warê srtactura aborî û reform û geşepêdana sektora taybet bilind nirxand û berheviya welatê xweji bo hevkariya Îraq û Herêma Kurdistanê di warê bihêzkirina pêgeha aborî û reformên di saziyên hikûmetê da, nîşan da.

Nêçîrvan Barzanî sipasiya alîkariyên berê û yên niha yên Amerîkayê ji bo Herêma Kurdistanê kir û tekîd li ser wê yekê kir ku bazara Herêma Kurdistanê giringiyeka taybet bi geşepêdana aborîyê dide û siyaseta Hikûmeta Herêma Kurdistanê li ser bingeha piştgiriya li sektora taybet û anîna kompanî û şirketên biyanî ku li Herêma Kurdistanê sermayerazandinê bikin hatiye avakirin û di vê çarçoveyê da Herêma Kurdistanê pêwîstî bi alîkariya dostan heye.

Rewşa deverê û hevahengiya navbera her du hikûmetên Herêma Kurdistan û Îraqê digel hevpeymanan û bi taybetî digel Amerîkayê bi armanca nehêlana şidetê û hişkirina çavkaniyên darayî û aborî yên girûpên radikal hatin gotûbêj kirin.