Kurdistan Regional Government


 

Serokwezîr: Dîroka xebata Mîr Tehsîn Beg gelek helwêst û rûpelên geş tê da hene

Bi amadebûna Nêçîrvan Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, hijmareke wezîr û berpirsên Kurdistanê, konsul û nûnerên welatên biyanî, birîkarê Mîre Êzidiyan, Baba Şêx û Civata Ruhanî û hijmareke zêde ji xelkê Êzidî, roja duşemê 04.02.2019ê li balefirxaneya navdewletiya Hewlêrê, di merasimeke bijarte da pêşwazî li termê xwedêjêrazî Mîr Tehsîn Beg, mîre Êzidiyên Kurdistan û cîhanê hat kirin. Mîr Tehsîn Beg roja 28.01.2019ê li Almaniyayê  koça dawiyê kir.

Di merasima pêşwazîkirina termê Mîr Tehsîn Beg da, Nêçîrvan Barzanî peyvek pêşke kir û ev li jêr teksta peyva serowkezîr:

Rêzdaran.. Wekîlê Mîrî,
Baba Şêx û Civata Ruhanî,
Kesayetî û xuşk û brayên Êzidî,
Nûnerên welatên biyanî li Herêma Kurdistanê,
Mêvan û amadebûyên hêja..

Di êzdiyatiyê da tê gotin:

Bin Ademo, hezar salî temam key
Mîratiyê li şerq heta bi Şam key
Herdê rojekê ji kasa mirinê tam key

Bixêrhatina hewe dikem bo amadebûnê li rêwresma pêşwazîkirina ji yek ji zelamên meznên Kurdistanê, Mîr Tehsîn Beg, Mîrê Êzidiya li Kurdistan û cîhanê.

Li vê derê careka dî behîdarî û sersaxiyê li malbata Mîrî û Civata Ruhanî û Hemî êzdîya li Kurdistan û li seraserê cîhanê dikem.

Mîr Tehsîn Beg heftîya çoyî, roja 28ê meha yek li Almaiyayê malavahî li me kir, îro jî em yê li vêrê rawestayîn daku bo cara dîmahiyê malavahiyê lê biken û li wî cihê ku li dev wî ji hemî cihekê dî yê cîhanê xoşitir bû, li Şêxan, li nêzîkî Lalşa Nûranî, dinav hembêza axa welatî da bête veşartin.

Mîr Tehsîn Beg malavahî li me kir, lê kar û xebata wî bo Kurdistanê û xizimetên dî yên wî yên olî bo êzdîya, dê wesa ket ku navê Mîrî hertim di dîroka êzdîya û di dîroka gelê Kurdistanê da bigşitî, zîndî bimînît.

Mîr Tehsîn xwediyê toreka bihêz ya peywendîya bû. Beşdarî şoreşa Kurdistanê bû, jiber hindê jî rastî gelek desteserkirin, nefîkirin û derbiderîya bû. Jiber peywendî û beşdarîya Mîrî di şoreşa Kurdistanê da, bi sedan û bi hezaran gencên êzdî jiber hesta wan ya bihêz ya netewî û nîştimanî, beşdarî şoreşa Kurdistanê bûn.  jiber egîdîya wan ya mezin, qehremanî û mêrxasîya hindek ji wan pêşmergên êzdî, noke jî dinav xelkê Kurdistanê û pêşmergên hevçeperên wan da, navê wan wekî efsane, dastanên wan wekî efsane têne behskirin.

Pşitî ku Mîr Tehsîn Beg di emrekê biçûk da mîrîtî wergirt, pişitevanîya daxazên şoreşên Barzan kir û beşdarî di şoreşa Îlonê da kir.  Pişitî nemana rijêma Bassê jî, berdewam êzdî handayine (teşwîqkirine) ku beşdarî piroseyên siyasî û demokrasî yên Kurdistanê û Îraqê bibin. Dîroka xebata Mîr Tehsîn Beg gelek helwêst û berperên geş tê da hene, em di wê bawerêdane ku malbata Mîrî dê berdewamiyê dene rêka wî.

Rêzdaran,

Êzdîyan bi dirêjahîya dîrokê erkên xwe yên nîştimanî û neteweyî pêk anîne, çunkî xizimetkirina vê axê, beşeke ji bawerîya olî ya êzdîyan. Parastina ziman û kultûra Kurdistanê, êke ji pêkhatên serekî yên êzdîyatiyê. Jiber hindê jî bi dirêjahîya dîrokê, cînosayîd û hewlên guhrîna nasiname û demografîya Kurdistanê, li deverên êzdîyan dest pêkriye, lê belê êzdîyatiyê wek ol, hêzeka mezin ya parastina ax, ziman û kultûrê, daye êzdîyan.

Herwesa pişitî serhildanê û nemana rijêma Basse, perlemanter û berpirsên êzdî li Herêma Kurdistanê û li Bexdayê jî bi hemî dilsozî, ji bo êzdîya û ji bo xelkê Kurdistanê, xebat kriye. Herwekî me berê jî gotî: Divê êzdîya rolekê zêdetir hebît û birêvebirina deverên wan li gor taybetmendîya wan bît. daku Şingal jî bibîte parêzgeh, li Herêma Kurdistanê û digel Bexdayê jî, dê hewlên cidî ji bo vê çendê deyin.

Amadebûyên hêja,

Evro ku em li vê derê rawestayne daku malavahîya dîmahiyê li mîrê êzdîyan bikeyin, qurbanîyên karesat û cînosayda Şingalê jî, careka dî cerg û dilê me dihejînît.

Hemî dinya dibêjît: DAÎŞ rêxistina herî dirinde ya terorstî ye. Vêca vê rêxistina terorstî, tawan û cînosayda herî dirinde û herî hovane beramberî êzdîyan li Şingalê encam da.  Revandina dayk û keçên me yên êzdî, firotin û bazarpêkirina wan, cudakirina keç û jina ji zarok û mêrên wan, tawaneke di jiyana vê serdemê ya mirovatiyê da cihê wê nabît! Lê eve beramber êzdîyan hate encamdan!

DAÎŞ tawanên mezin beramber xelkê cihên dî yên Kurdistanê û cîhanê encam dan,  xelkê sivîl kuşit û pêşmerge û rojnamevan serjêkirin,  lê belê tawana ku beramberî êzdîyan encam day, geleka sîstematîk û mezin bû!  Jiber hindê jî em û gelê Kurdistanê, çi dema wê karesatê jibîr nakeyin û dê hemî hewla jî deyin bo vedîtin û rizgarkirina revandîyên mayî yên êzdî.

DAÎŞ dema hêrşa xwe ya ser Şingalê 6417 kes revandin, piranîya wan jin û keç bûn ku hejmara wan 3548 kes in. Heta niho 3342 kes hatîne rizgarkirin, lê mixabin hêşita jî 3075 kes nehatîne dîtin û rizgar nebûne.
Li vêrê daxazê ji xelkê hemî wa devera dikem yên ku di bin destê DAÎŞê bûn berî niha, harî me biken bo rizgarkirina yên mayî. Min bi xwe jî biriyara day, heta ku hemî revandî yên êzdî nehêne azadkirin, rizgarkirina wan dê êk ji kar û erkên me yên herî pêşîn bît û ew ofîsa me çêkrî, heta rizgarkirina hemî revandîya, dê her ya berdewam bît.

Xûşk û birayên me yên êzdî,

Niho ku behsê bidawî hatina DAÎŞ tê kirin,  ji bo me, hindî ku êk xûşk û birayê êzdî bitinê jî di destê DAÎŞ da mabît, tawanên DAÎŞê her berdewam in.

Karesta Şingalê birîneka kûre û saxbûna wê ne ya bi sanahî ye, lê divê em hemî dersa lê werbigirîn. Divê berdewam hisabê bo hebûna metirsiyê bikeyin.  Divê devera Şingalê avedan bikeyin û pêş bêxîn. Me devera Şingalê jibîr nekirîye û dê hewil deyin digel rêzdar Dr. Adil Ebdul,ehdî serokwezîrê Îraqê û digel civaka navdewletî jî, ji bo avedanikirina Şingalê em hemî pêkve kar bikeyin.

Karesata Şingalê ruha gelê Kurdistanê birîndar kir, jiber hindê jî armanca êkê ya pêşmerga di şerê dijî DAÎŞê, bibû rizgarkirina devera Şingalê. bi xûna dehan û sedan pêşmergan û bi serperiştîya rastexwe û meydanî ya Serok Barzanî, devera Şingalê hate rizgarkirin. Niho jî ya mayî ewe ku divê revandîya rizgar bikeyin û devera Şingalê bi başitirîn şêwe avedan bikeyin, herwesa rêveberîyeka bi dilê şingalîyan, wê deverê birêve biben, eve jî êk bû ji armancên xwedêjêrazî Mîr Tehsîn Beg bû.

Bi vê helketinê careka dî behîdarî û sersaxiyê li hemî gelê Kurdistanê û êzdîyên Kurdistanê û cîhanê dikem û dibêjm: Mîr, hûn bixêr bêneve bo Kurdistanê. Bo Şêxan, ew cihê ku li dev te, ji hemî cihekê dî yê cîhanê xweştir bû.