Kurdistan Regional Government


 

Serokwezîr: Partiyên kurdistanî divê yekgirtî bin

Bi amadebûna Nêçîrvan Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û hijmareke nûnerên welatên biyanî, roja înê 01.02.2019ê li bajarê Hewlêrê, di mersimeke bijarte da, 15. salyada şehîdên Yekê Sibatê hat bi bîranîm.
Di merasimê de Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî peyvek pêşkeş kir û eva li jêr teksta wê ye:

Malbatên şehîdan
Amadebûyên birêz

Ez bi xêr hatina we dikim ji bo pazehemîn salyada şehîdên Yekê Sibatê. Bixêrhatina nûnerên welatên biyanî li Herêma Kurdistanê dikim, hemû alî bi xêr bên  ji bo beşdarîkirin di vê merasimê da. Şehîdên wê roja reş û xemgîn ji aliyê xelkêKurdistanê ve bi şehîdên “Karesata Yekê Şiwatê”  tê nas kirin.

Pazdeh sal berî niha, roja yekê Sibatêsala 2004ê, di êrîşeke hevdem da, her du baregayên Liqa Du ya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) û Melbendê Sê yê rêxistinên Yekêtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) li Hewlêra xweştivê, bûn armanca du êrîşên terorîstî û di encam da 101 kes ji serkirde, pêşmerge, xebatkar, kadiro û hevwelatiyên Herêma Kurdistanê li Hewlêrê şehîd bûn.

Em careke din rêz û hurmetê ji canê paqijê yek bi yek wan 101 eşhîdan digirin û bi bîr tînin. Herwesa hurmetê ji xebata hemû wan berpirsên hikûmetê,  PDK û YNKê digirin ku di wê rojê da hatine şehîd kirin. Yekê Sibatêew roje ku xûna 101 serkirde , pêşmerge û welatîyên vî welatî têkelî axa pîroza Kurdistanê bû. Rojek bû ku terorîstên reşbîn û reşbîr di yek wext da li Hewlêra paytexta lêbhurînê, mêvandostî û olperwerîyê,  her du baregayên YNK û PDKê kirin armanc.

Wê rojê Cejna Qurbanê bû, xelkê Hewlêrê deste-deste dihatin û cejn li berpirsên hikûmeta xwe, berpirsên partiya xwe pîroz dikir. Hemû alî dilxweş bûn û gerdna hev du aza dikir, lê terrorist xweşiya cejnê û çi xweşiyên din ji bo xelkê Kurdistanê bi rewa nabînin û vê carê jî weke hertim bi karên wan yên neşirîn, cergê bi dehan dayîkan şewitand û dilê bisedan dost, heval û kesûkarên wan şehîdan êşand.

Îro em yada bûyereke normal nakin, lê belê yada têkelbûna xûna pêşmerge, serkirdeyên PDK û YNKê dikin ku di rojên dijwar da ji bona parêzgarîkirin ji destkeftiyên gelê Kurdistanê bi hev re di yek senger da dabû, heta di dawiyê da karîn bi hev re Kurdistanê serbixin.

Me di Yekê Sibatêde gelek hevkar, hevxebat, ezîz û xweşiviyên xwe ji dest dan, ji ber wê karesata diltezên em hemû ji kûratiya dil hejiyan. Di heman demê da ew rastî careke din kete ber çavên me hemûyan ku dijmin çi cudahiyê di nvabera me da nake û di yek wext da dijminatiya me hemûyan dike. Ji ber hindê di vê rojê da divê em li bîra xwe bînin ku divê em jî yekgirtî bin û hertim yekgirtina xwe di pirs û pirsên niştimanî da, em hemû alî bi hevre biparêzin.

Birêzan..

Bizava Rizgarîxwaza Kurdistanê û serkirdeyên wê li Kurdistana Îraqê hertim armanca şidetxwaz û terorîsatn bûn, tevî vêna jî Bizava Rizgarîxwaza Kurdistanê çi dema destê xwe ji bo karên terorîstî dirêj nekiriye û hertim di bereyê dije terorê da bûye.

Şoreşên Kurdistanê ji bona geşhiştina aramncên gelê Kurdistanê li ser axa xwe bûye, êrîş û destdirêjî û teror karê gelê Kurdistanê nebûye, lê bergirîkirin û azadîxwazî li ser axa xwe, rêya xebata berdewama şoreşgerên vî welatî bûye. Ji ber hindê parastin û mana pêkvejiyan û lêbihurînê li Kurdistanê rêgiriya mezin bûye di berfirehbûna metirsiya terorê û hizra şidetxwaziyê di herêmê da.Vê taybetmendiyê û rola gelê Kurdistan, tevgera wê ya siyasî û hikûmeta Herêma Kurdistanê, herwesa rola pêşmerge di berhigarbûna şidetxwazî û terorê da, zêdetir ji hemû demekê, di dema berhingarbûna DAÎŞê da ji bo cîhanê bi zelalî û bi mezinî derket hole.

Em li Kurdistanê, îro ji hemû wextek din zêdetir şanaziyê bi pirensîpên firehî, lêbihurînî, pêkvejiyana olî û neteweyî dikin û li ser zêdetie bihîzkirina wan pirensîpna em bi îsrar in. ji ber ku ew bûye beşek ji kultûra gelê Kurdistanê û ji bav û kalên me ji me ra maye. Bi şanazî ve ku ev jî beşeke ji programa perwerde û xwendinê li welatê me.

Di demkê de ku DAÎŞ mezntirîn û hovanetirîn jênosîda li hember xûşk û birayên me yên êzidî kir û hikûmeta Îraqê di wê demê da budceya Herêma Kurdistanê û miaşê miaşgirên Herêma Kurdistanê qut kiribû, cîyê şanaziyê ye ku xelkê Herêma Kurdistanê bi berpirsiyariyeke mirovaneya bê payan pêşwazî li zêdetir ji du milyon koçber û penaberan kir. Bi dirêjiya mana wan li Herêma Kurdistanê çi bûyerên şidetê li hember wan koçber û penaberan nehatine kirin.

DAÎŞê beşek emzin ji Îraq û Suryê û deverên din wêram kirin, metirsiyeke mezin ji bo ser azadiya jiyan û asayîşa cîhanê çê kir. Raste niha hebûn û metirsiya DAÎŞê kêm bûye, lê divê em bizanin ku ew jinav neçûye. Ji ber hindê divê Hevpeymaniya Dijî DAÎŞê û civaka navdewletî niha jî hisabeke leşkerî û emnî ya cidî ji bo wê metirsiyê bikin, herwesa divê di warê hizrî jî da bi bername û stratejîyeke zelal rûbirûyê teror û hizira terorê bibin.

Berdewamiya liv û êrîşên DAÎŞê li deverên nakokî li ser heye û li çend wîlayetên din yên Îraqê ji bo me hemû aliyan eşkereye  û metirsiyeke cidî ye ji bo asayîşa Îraqê bi giştî. Eger bi cidî rê lê neyê girtin, metirsîya zêdetir û berfirehtirbûnê heye.

Pêşmergeyên mêrxasên Kurdistanê bi 1726 şehîd, 42 windayî û 10 hezar û 720 birîndaran, bi îradeyeke mezin bi çek û îmkanên gelek kêm, hêzeke here sereke ya berhingarbûna terorê bû. Her bi vê minasibetê yada wan şehîdan bilind radigirin û li hember canê mezinê wan şehîdan em bejina xwe diçemînin. Niha jî pêwîste stratejiyeke nû ya hevbeş ji bo berhingarbûna DAÎŞî ji aliyê Hevpeymaniya dijî DAÎŞê bi beşdariya pêşmerge û hêzên din yên Îraqê bê danan.

Divê  dabînkirina mafê hemû gel û pêkhateyan bi awayekî wekhev û bilavkirina pirensîpên pêkvejiyana aştiyane û berhingarbûna şidetxwaziyê biawayekî sîstematîk , perwerdeyî û yasayî, bibe bingeha stratejîya domdirêja berhingarbûna terorê li Îraq û deverê da, ev jî jibona ku asayîş û demokrasî li cîhanê parastî bin.

Birêzan

Pêşmergeyê Kurdistanê ku yekem car êrîşa terorî li ser erdê rawestand û li Şingal, Mexmûr, Kerkûk û germiyanê bi hevkariya hevpeymanên Navdewletî DAÎŞ têkşikand, niha jî amadeye hevkarîya hêzên Îraq û Hevpeymaniya Navdewletî bike ji bona  nehêlana hebûn û metirsiya terorîstan li Îraqê bi timamî. Aqarê wê hevkariyê jî niha ji hemû demekê xweştire, bi taybetî ku niha atmosferekî baş yê erênî di navebra hikûmeta Herêma Kurdistanê û hikûmeta Îraqa Federal da heye.

Ez dixwaz im li vir rabigehîn im ku lêktigehiştineke baş digel serokwezîr Dr. Adil Abdulmehdî heye ji bona çareserkirina hemû pirsgirêkên navbera Herêma Kurdistanê û Bexdayê da hene. Em, ji bona nehêlana hebûn û metirsiya DAÎŞê bi timamî, vê hevkarîkirinê gelek giring dibînin, ji ber ku DAÎŞ û hevawayên wê, mifay ji nakokî û hebûna pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê dibînin, bihêzkirina hevkariya navbera Hewlêr û Bexdayê û çareserkirina hemû arîşeyan, di vî warî de jî ji aliyê hikûmeta Herêma Kurdistanê ve gelek bi giringî tê dîtin.

Birêzan..

Tevî wî şerê bi ser Herêma Kurdistanê de hatiye feris kirin û tevî hemû ew kirîz û dijwariyên ji bo Herêma Kurdistanê hatîne çê kirin, xelkê Kurdistanê karî du hilbijartinan di sala borî da bi serkeftî encam bide; ew jî hilbijartina parlamentoya Îraqê û hilbijartina parlamentoya Kurdistanê bûn. Bi rastî encamdana du hilbijartinan bi wê aramiyê di wê rewşê da ji bo me şanazî ye, ji bo hevwelatiyên Kurdistanê şanazî ye.

Li Herêma Kurdistanê hemû karesat û şanaziyên me bi hev re bûne. Îro ku em yada Yekê Sibatêdikin, pêş hemû tiştekî dibînin xûna berpirs û kadiroyên her du partiyên sereke li Herêma Kurdistanê PDK û YNK pêkve rijiya, ji ber hindê îro û her wextekî divê PDK û YNK bi hev re kar bikin û pirsên hene çareser bikin. dem hatiye PDK û YNK û partiyên din li Herêma Kurdistanê, bi hev re  li ser pirs û pirosesên siyasî kar bikin û li ser asta Herêma Kurdistan û Îraqê lihevtêgihiştin di navbera wan de zêdetir bibe. Hikûmeta nû ya Herêma Kurdistanê bi awayekî hevbeş û bê arîşe birêve bibin û mil bidin  ber çareserkirina hemû ew pirsgirêkên li Herêma Kurdistanê hene.

Careke din silav û nemirî bo canê paqijê hemû şehîdên Yekê Sibatêû em bejina xwe li hember canê paqijê wan şehîdan û timama şehîdên Kurdistanê diçemînin.

Yada wan ezîzan hertim dê di dilê hemû kurdistaniyan da bi zîndî bimîne. Yekê Sibatêsemboleke din ya wan karesatan û derdeseriyên bi dirêjahiya dîrokê bi ser gelê Kurdistanê de hatine ye. Lê îradeya gelê Kurdistanê ji bo man û ji bo jiyan hertim ji hemû êrîş û teror û dijminkariyekê bihêztir bûye û hertim piştî her ketinekê, bi hêzeke gelek mezintir rabûye ve.

Nemirî ji bo şehîdan û serkeftin û serferazî ji bo malbatên wan yên serbilind