Kurdistan Regional Government


 

Serokwezîr digel rêveberê karûbarên Konsulxaneya Giştiya Mîrgehên Erebî dicive

 Nêçîrvan Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, roja 30.01.2019ê li bajarê Hewlêrê pêşwazî li Ehmed Al-Mihêribî rêvebirê karûbarên Konsulxaneya giştiya Mîrgehên Erebî li Hewlêrê û şandeya pê ra kir.

Al-Mihêribî kêfxweşiya xwe bi dîdara bi Serokwezîr ra û karkirina li Herêma Kurdistanê nîşan da û bi kurtî behsa kar, piroje û çalakiyên di dema borî da di çarçoveya hevkarîkirinên welatê wî ji bo Îraqê û bi taybetî alîkarîkirina koçber û penaberên ji ber terorê qesta Herêma Kurdistanê kirine kir û sipasiya hikûmeta Kurdistanê û saziyên wê yên peywendîdar kir ku hevahengî digel konsulxaneyên welatên cîhanê yên li Hewlêrê hene.

Nêçîrvan Barzanî sipasiya wê serdanê û alîkariyên Îmaratê ji bo Herêma Kurdistanê yên di warê mirovî da kir û hêvî xwest ku ew hevkarî berdewam be û tekîd li ser zêdetir xurtirkirin û berfirehkirina têkeliyên di hemû waran da di navbera Kurdistan û Îmaratê kir.

Rewşa siyasîya Herêma Kurdistanê, pêşhatên dawiyê, têkeliyên Hewlêr û Bexdayê û têkeliyên Kurdistan û Îmaratê hatin behis kirin. Her du aliyan behsa qonaxa piştî DAÎŞê û avadankirina deverên ji ber şerê dijî terorê hatine wêran kirin kir û tekîd li wê yekê kirin ku dem hatiye kompanî bên çalakiyên xwe li Herêma Kurdistanê û li hemû deverên Îraqê encamp bidin.