Kurdistan Regional Government


 

Cîgirê Serokwezîr digel şandeyeke Yekêtiya Ewropayê dicive

 Qubad Talebanî Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, roja 30.01.2019ê li bajarê Hewlêrê pêşwazî li cîgirê sekretatiya giştî yê Yekêtiya Ewropayê ji bo karûbarên siyasî, Jean Christoph û balyozê Yekêtiya Ewropayê li Iraqê Ramon Blîko û seroka ofîsa Yekêtiya Ewropayê li Hewlêrê, Klarîs Pastor û şanda bi wan ra kir.

Di civînekê de rewşa Herêma Kurdistan û Îraqê, pilana çaksaziyên hikûmeta Kurdistanê û têkeliyên bi Yekêtiya Ewropayê da hatin behis kirin.

Talebanî ew hevahengîya di navbera welatên Yekêtiya Ewropayê û Herêma Kurdistanê da heye, bi taybetî di warê mirovî û leşkerî da, bilind nirxan û hêvî xwest ew hevahengî berdewam be.

Cîgirê Serokwezîr behsa pilana çaksaziyên hikûmetê kir û got: Di çar salên borî da me dest bi encamdana çaksaziyan di piraniya sektorên hikûmetê da kir û pêwîstiya me bi berdewambûnê heye daku bikaribin di hikûmeta bê da jî baştir xizmeta hevwelatiyan bikin û pêwîstiya me bi hevahengî digel welatên Ewropayê heye.

Talebanî diyar kir ku aliyên siyasî li ser danûstandinan berdewam in û pêwîste aramiya siaysî hebe daku pilana xizmetkirina hevwelatiyan bi cî bibe.

Şandeya Yekêtiya Ewropayê li hemebr pêşdeçûna danûstandin û rêkeftin li ser pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê kêfxweşiya xwe nîşan da.