Kurdistan Regional Government


 

Serokwezîr: Alîkarîkirina sektora taybet û sermayedarên biyanî ji karên pêşîneyên hikûmetê ye

Nêçîrvan Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê got ku alîkarîkirina sektora taybet û sermayedarên biyanî ji karên pêşîneyên hikûmeta Herêma Kurdistanê ye. Hikûmet tekîdê li ser pirojeya xwe ya çaksaziyê ku ji bo pesindkirinê li parlamentoya Kurdistanê ye dike.

Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî, roja 24.10.2018ê digel şandeyeke Civata bazirganiya Amerîka-Kurdistan ku ji nûnerên 30 kompaniyên di warê cuda de pêkhatibû, civiya û sipasiya hevkarî û alîkariyên Amerîkayê, yên di warê mirovî û leşkerî de pêşkeşî Herêma Kurdistanê dike, kir.

Serokwezîr bi kurtî ji şandeya mêvan re behsa rewşa giştî, sedemên serhildanan kirîzan û geşbûna aborî di hemû waran de di vê dawiyê de kir û got ku ew bi geşbînî ve li pêşdeçûna rewşa aborî ya Herêma Kurdistanê dinêrin.

Şandeya mêvan xebatên hikûmeta Kurdistanê yên ji bona derbaskirina rewşa dijwar û kirîzên hatine pêş bi xebatên serkeftî wesif kirin û qurbanîdana xelk û pêşmergeyê Kurdistanê di şerê dijî terorê de bilind nirxand.

Şandeya mêvan diyar kir ku derfetên minasib li Herêma Kurdistanê ji bona geşkirina infrastruktura aborî û hatina sermayedarn hene û yasayên hikûmeta Herêma Kurdistanê jî li pêş hatina sermayedarên biyanî rêxweşker in.

Nûnerên şirket û kompaniyên beşdar di civînê de her yekî/ê li gor pisporiya kompaniya xwe behsa wan waran kir ku dikarin li Herêma Kurdistanê semayerazandinê bike.

Rewşa siyasî û eminî ya herêmî û çend pirsên girêdayî pêkanîna her du hikûmeran; hikûmeta Herêma Kuridstanê û hikûmeta Îraqa Federak di civînê de hatin gotûbêj kirin.