Kurdistan Regional Government


 

Nêçîrvan Barzanî pêşwaziyê li Emîndarê Giştiyê Yekêtiya Zanîngehên Erebî dike

Emîndarê giştiyê Yekêtiya Zanîngehên Erebî û wezîrê berê yê xwendina bala û lêkolînên zanistî yê hikûmeta Misirê, Emro Îzet Selame, serdana Hewlêrê kir û roja pêncşemê 30.08.2018ê ji aliyê Nêçîrvan Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê ve hat pêşwazî kirin.

Piştî wergirtina posteya serokatiya zanîngehên erebî, ev serdana bo Hewlêrê yekem serdana Emro Selame ye û piştî Hewlêrê ew dê serdana Bexdayê jî bike.

Serokwezîer Nêçîrvan Barzanî ji bo vê serdanê kêfxweşiya xwe nîşan da û berheviya hikûmet, zanîngeh û aliyên peywendîdarên Herêma Kurdistanê ji bo hevkarî û hevahengiyê bi Yekêtiya Zanîngehên Erebî re nîşan da û got ku ew giringiyê  bi pêşxistina asta xwenidna bala û zanîngehan li Herêma Kurdistanê didin û ev yek ji karên pêşîneyên hikûmeta Herêma Kurdistanê ye.

Emîdarê giştiyê Yekêtiya Zanîngehên Erebî behsa serdnana xwe ya ji bo zanîngehên Herêma Kurdistanê û civînên bi serokên zanîngehan re kir û got ku ew li hember asta bilinda xwendina bala li çend xanîngehên Herêma Kurdistanî ecêbmayî bûye û diyar ku Yekêtiya Zanîngehên Erebî li ser hevkarî û hevahengiya bi wezareta xwendina bala û lêkolînên zanistî ya hikûmeta Herêma Kurdistanê re berdewam dibe.

Gotûbêjkirina ast û bernameya xwendina bala li zanîngehên welatên erebî û çewaniya pêşxistina wan aliyek din yê civînê bû.