Kurdistan Regional Government


 

Serokwezîr: bi serkevtin li şerê dijî terorê û şikandina pîlana nahezan rojên dijwar derbas dibin

Wêstgeha elektrîka 400 KV ya Bazyan roja yekşem 2018-07-29 di rê û resmekê de, bi berhevbûna Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, hijmarek wezîran û konsulên welatên biyanî hate vekirin.

Serokwezîr di peyvekê de bi pîrozbayî kirina Wezareta petrol û Kompaniya ya Posko a Korya Başûr ji bo bi cih anîna pirojeya wêstgeha elekterîka 400 KV ya Bazyan, hêvî xwest ev piroje ji bo çareser kirina parek ji pirsgirêka elekterîkê li Herêma Kurdistanê alîkar be.

Barzanî beşdarî kirina konsulên welatan di vekirina vê pirojeyê de bi nîşana piştîvaniya wan ji bo Herêma Kurdistanê daye zanîn û spasiya Korya Başûr kir ku serokê vî welatî 10 salan berî niha li dema serdeneka min ji bo vî welatî rezamendiya xwe li ser vê pirojeyê nîşanda.

Her wiha got li demeka nêzîk de pirojeyeka din jî ji bo berhem anîna elekterîkê li devera Xebat dihê vekirin.

Serokwezîr xuya kir piroje ya elekterîka Bazyan parek e ji tora berfireh ya sektora elekterîka herêmê ku hikûmetê berî niha pilana wê danaye. Lê ji ber şer û kirîza darayî paş ket.

Barzanî got hikûmet bi piştîvaniya dilsojên gelê Kurdistanê hewla çareser kirirna pirsgirêkan dide û li ser bi cih anîna pirojeyan berdewam dibe, bi teybetî li sektora elekterîkê, ku ji ber pirsgirêkên cidî wek zêde bûna xwest li ser elekterîkê, şer û kirîzan neşiya wek pêwîst pilanên xwe bi cih bîne.

Serokwezîr, gelê Kurdistanê piştrast kir ku bi serketin li şerê dijî terorê û şikandina pîlana nahezan bi berxwedana gel û pêşmergehên fedakar, rojên dijwar derbas dibin û hikûmet jî li gor şiyanên xwe hewla bi cih anîna pirojeyan dide.

Barzanî derbarê pirojeya elekterîka Baziyan got ev piroje dikeve nava tora elekterîka Herêma Kurdistanê û bi qazancê devera Bazyan e wek devereka pîşesazî, û hêvî xwest piroje yên din jî li vê deverê bi cih bihên, ku akinciyên deverê ji ber dîroka geş di şoreş û xebatê de hêjayê kar û xizmet û piroje yên pitir in.

Serokwezîr herwiha got welat, hikûmet û saziyên wê mulkê gelê Kurdistanê ne û çi cudahiyek navbera deverên cuda yên Kurdistanê  û parêzgehên wê nine.

Lê hin kes cudahî yên siyasî û milmilanê ya navbera partiyan ji bo meramên siyasî yên xwe bi kar tînin û hewlê didin bê baweriyê di navbera gel û hikûmetê de çê bikim. Kultura red kirina hemû tiştekê ji aliyê wan kesan ji ber vê yekê ye ku bi xwe di deshilatê de ninin û baweriya gel bi dest nexistine.

Barzanî di vê derbarê de got gelê Kurditanê gelek şiyar e û bi gotên reş û bê hêvî nahê xapandin û berxwedana dijwar û kirîzên çend salên borî ji ber şiyarî û têgehiştina gelê Kurdistanê bû ku her ji ber vê yekê hikûmet li hember şer û kirîzan ji ber xwe da û baweriya xwe ji dest neda, ji ber ku hikûmet ji piştîvaniya welatiyan xatircem bû.

Serokwezîr careka din spasiya gel û karmendên Herêma Kurdistanê kir ku bi camêrî û welatparêzî, bi başî ji rewş û metirsî yên ser Herêma Kurdistanê têgehiştibûn. Her ji ber vê yekê hikûmet karî li ser pê yên xwe bisekine.

Serokwezîr Barzanî herwiha spasiya pêşmergehên eqîd û hêzên asayişê û xwebexşan kir ku destkevtên Herêma Kurdistanê parastin. Serê xwe jî le hember şehîdan tewnad û rêz û hurmet ji malbatên şehîdan re şand.

Li dawiyê jî, hevrikiya navbera aliyên siyaî bi normal daye zanîn û pêdagirî li ser yekêtî ya navbera aliyên siyasî ji bo parastina berjewendî yên Herêma Kurdistanê li Bexdayê kir.

Herwiha  bi behs kirina giringiya yekêtiya aliyên siyasî ji bo pirsên niştîmanî, destva anîn û parastina mafên destûrî yên Herêma Kurdistanê, daxwaz kir bi yek tîm biçine Bexdayê.