Kurdistan Regional Government


 

Hikûmet pirsgirêka palawtingehên na yasayî çareser dike

Encumena Petrol û Gaza Herêma Kurdistanê roja çarşem 2018/07/25 bi serokatiya Nêçîrvan Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdisanê û berhev bûna Qubad Talebanî Cîgirê Serokwezîr, wezîrên endam û her wiha parêzgarên Herêma Kurdistanê û hin berpirsên din civiya.

Di civînê de behsa palawtingehên biçûk û na yasayî li Herêma Kurdistanê kirin ku moleta kar karinê jî ninin.

Wezareta Petrol û Samanên Xwezayî raporek derbarê wan palawtingehan pêşkêş kir.

Di civînê de pêdagirî li ser bi lez çareser kirina vê pirsgirêkê hate kirin ku  zirarên mezin ji bo tendrustî û jîngeha Kurdistanê heye.

Ji bo vê yekê çend mînak li parzêzgehên Hewlêr û Silêmaiyê derbarê zirarên bermahiyên palawtingehan bo ser jêderên avê û berhemên çandinyê hatine pêşkêş kirin ku bûne sedema sereke yah hin nexweşiyan.

Di civînê de biryar hate dan bi lez mêkanîzmek ji bo çareser kirina vê pirsgrêkê bihê danan û hikûmet rê û şûnên pêwîst ji bo parastina jîngeh, tendrustî û jiyana welatiyan bi cih bîne.