Kurdistan Regional Government


 

Nêçîrvan Barzanî: Amerîka dixwaze li Îraq û Herêma Kurdistanê bimîne

Danana kevirê bingehîn yê avakirina konsulxaneya Amerîkayê li Hewlêrê

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê beşdarî merasima danana kevirê bingehîn yê avakirina konsulxaneya Amerîkayê li Hewlêrê kir û di peyvekê de têkeliyên navbera Hewlêr û Waşîngtonê bi giringî wesif kir.

Nêçîrvan Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, roja 06.07.2018ê li bajarê Hewlêrê, beşdarî merasima danan kevirê bingehîn yê konsulxaneya Amerîkayê li Hewlêrê kir. Di wê merasimê de Douglas Silêman balyozê Amerîkayê li Îraqê û Ken Gruss konsulê Amerîkayê li Herêma Kurdistanê û hijmareke berpirsên Amerîka û Herêma Kurdistanê amade bûn.

Di merasimê de, Serowkezîr Nêçîrvan Barzanî di peyveke kurt de têkeliyên navbera Herêma Kurdistan û Amerîkayê bi giringî wesif kir, bi taybetî têkeliyên piştî serhildana xelkê Kurdistanê a sala 1991ê û parastina Kurdistyanê li gor biryara Herêma Dijîfirîn, û rola arteşa Amerîkayê di alîkarîkirina hêzên pêşmergeyê Kurdistanê  di şerê têkşikandina DAÎŞê de bilind nirxand.

Serokwezîr pirojeyê avakirina konsulxaneya Amerîkayê li Hewlêrê bi giringî wesif kir û got ku ev nîşana wê yekê ye ku Amerîka giringiyê bi Herêma Kurdistanê dide û hêvî xwest Amerîka zêdetir têkeliyên xwe bi Herêma Kurdistanê û Îraqê re di hemû waran de pêş de bibe.

Teksta peyva Serokwezîr:

Em gelek kêfxweş in ku îro digel cenabê Balyoz û cenabê Konsul yên Amerîkayê li Hewlêrê bi awayekî fermî beşdariyê di destpêkirina avakirina konsulxaneya Amerîkayê li Herêma Kurdistanê de dikin.

Bêguman, têkeliyên navbera Herêma Kurdistan û Îraqê digel Amerîkayê, piştî sala 2003ê ji bo me têkeliyên giring bûn, lê ji bo me, ez dixwazim li bîr bînin ku piştî sala 1991ê ku Amerîka beşek sereke bû ji parastian miletê me di dema koça mezin û ew karesata mezin ku bi ser miletê me de hatibû, her wê demê Herêma Dijîfirîn ji bo parastina me damezrand, ew têkelî heta sala 2003ê bi hev re me dest pê kir.

Ez dixwazim wê yekê jî li bîr bînin ku Amerîka di dema şerê dijî DAÎŞê  de hevkariya me kir û eger ew hevkariya arteşa Amerîkayê nebûya, me nedikarî DAÎŞê bi wî awayî ji xwe dûr bikin.

Em gelek bi dilxweşî ve li vê pirojeyê dinêrin ku weke pirojeyekî gelek giring em dihesengînin, em hêvî dikin ku ev yek destpêk be, raste îro me li vir in weke destpêkirinek, lê ew bi xwe ji bo derve û hemû cîhanê nîşan dide ku Amerîka dixwaze li Îraqê bimîne, Amerîka dixwaze li Herêma Kurdistanê bimîne, Amerîka dixwaze têkeliyên xwe di hemû waran de digel Îraq û Herêma Kurdistanê pêş bixe.

Bi amadebûna cenabê Balyoz kêfxweş bûm, îro li vir bi hev re bi awayekî fermî avakirina konsulxaneya Amerîkayê dest pê dikin, ez hêvîdar im ev têkelî ji niha û pê de di waran din jî de pêş de biçin.