Kurdistan Regional Government


 

Holenda: Herêma Kurdistanê ji bo kabîneya nû ya hikûmeta Holendayê giring e

Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Herêma Kurdistanê, roja 26.11.2017ê li bajarê Hewlêrê, pêşwazî li Mategz Wlterz balyozê Holnedayê li Îraqê  û xanim Janet Alberda konsula Holendayî li Herêma Kurdistanê kir û di civînekê de balyozê Holendayê daxwaz kir ku diyaloga navebra Hewlêr û Bexdayê dest pê bike.

Balyozê Holendayê got ku ew hatiye Hewlêrê daku ji nêzîk ve haydarî rewşa Herêma Kurdistanê bibe û nîşan da ku Îraq û Herêma Kurdistanê ji bo kabîneya nû ya hikûmeta Holendayê û hevpeymaniya navdewletî giringin û têkeliyên wan dê digel Hewlêr û Bexdayê berdewam bin.

Nêçîrvan Barzanî ji şandeya Holendayê re behsa rewşa Herêma Kurdistanê a di warê siyasî û aborî de û xebatên hikûmeta Kurdistanê yên ji bona derbaskirina wê rewşa heye kir û, di vê çaçroveyê de, serokwezîr behsa reşnivîsa budceya Îraqê a sala 2018ê kir û ku hikûmeta Îraqê beşa budceya herêma Kurdistanê kêmkiriye.

/grafik/uploaded/2016/NB_Balyozi_Holenda1_26-11-2017__2017_11_26_h21m55s12__SE.JPG

Serokwezîr rola civaka navdewletî ji bona amadekirina atomsferek minasib ji bo destpêkirina diyaloga cidî di navbera Hewlêr û Bexdayê de û çareserkirina tev pirsgirêkan li gora destûra Îraqê bi roleke giring wesif kir.

Nêçîrvan Barzanî behsa dûrpêça li ser balefirxaneyên Herêma Kurdistanê kir û got ku girtina  balefirxaneyên Hewlêr û Silêmaniyê ji aliyê hikûmeta Îraqê ve, di warê ghandina alîkariyên mirovî ji bo penaber û koçberan ji aliyê rêxistinên navdewletî û çareserkiirna nexweşiyan û pêşmergeyên birîndar bandoreke nêgetîv heye.