Kurdistan Regional Government


 

Hikûmeta Kurdistanê êrîşa Sîna li Misirê şermezar dike

Sefîn Dizeyî peyvdarê hikûmeta Herêma Kurdistanê, di daxuyaniyekê de ji bo malpera fermiya hikûmetê, êrîşa terorîstiya hatiye kirin bo ser mizgeftekê li devera Sîna li Misirê şermezar dike û ji malbatên qurbaniyên wê êrîşê re sersaxiyê dixwaze.

Dizeyî li ser navê hikûmeta Kurdistanê, êrîşa terorîstiya roja 24.11.2017ê hatiye kirin bo ser mizgeftekê li devera Sîna li Misirê ku, di wê êrîşê de zêdetir ji dused kesan jiyana xwe ji dest da û zêdetir ji sed kesan jî birîndar bûn, bi dijwarî şermezar dike.

Peyvdarê hikûmeta Kurdistanê wê êrîşa bi tawaneke dirindane wesif dike û ji malbatên qurbaniyan, gel û hikûmeta Misirê re sersaxiyê dixwaze û ji bo birîndaran hêviya çakbûna bi lezgînî dike.