Kurdistan Regional Government


 

Nêçîrvan Barzanî: Em ji bona avakirina sektoreke bihêz a tûrîzmê bi cidî dixebitin

Merasima vekirina pêşangeha Rojhilata Navîn a Tûrîzmê

Bi amadebûna Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Herêma Kurdistanê, roja sêşemê 04.05.2017ê li bajarê Hewlêrê, pêşangeha Rojhilata Navîn ji bo Tûrîzmê dest bi kar û çalakiyên xwe kir.

Di merasima vekirina pêşangehê de ku, hijmareke wezîr û berpirsên hikûmetê, balyoz, konsul û nûnerên welatên biyanî li Îraq û Herêma Kurdistanê û hijmareke şirket û kompaniyên warê tûrîzmê yên navxweyî û biyanî  ji 14 welatan amadebûn, Nêçîrvan Barzanî peyvek pêşkeş kir û tê de behsa giringiya sektora tûrîzmê û çawaniya pêşxistina wê kir û got ku encamdana çalakiyên bi vî awayî di rewşeka dijwara Herêma Kurdistanê tê de derbas dibe giringî û taybetmendiyeke xwe heye, baweriyê bi bazara tûrîzmê nû dike û nîşana wê yekê ye ku gavên hikûmetê yên ji bona baştirkirin û çakirina rewşa heye berhem didin…..

Hikûmeta Herêma Kurdistanê giringiya sektora tûrîzmê weke çavkaniyek ji bona dabînkirina dahatiniyê, dîtina derfetên kar, pêşxistina welat, zengînkirina kelturê û xurtkirina têkeliyên piralî dizane û li ser vê bingehê dixebite û ji bona pêşxistin û geşkirina warê tûrîzmê pilan û bername heye. Eger ev rewşa dijwar a van sê salen dawiyê bi ser herêma Kurdistanê de nehataye sektora tûrzîmê niha di qonaxek gelek pêşkeftî de buyaye û di dabînkirina dahatiniyê neteweyî ya Kurdistanê de beşdsriyek mezin bikraye.

/grafik/uploaded/2016/NB_Pishangay_Geshtyari6__4-5-2017__2017_05_04_h13m51s30__SE.jpg

Herêma Kurdistanê xwediya hemû bingeh û pêdawîstiyên sereke yên ji bona serkeftin û zengînkirina warê tûrîzmê hene wek; rindiya xwezayê Kurdistanê, deşt, gelî û çiya, seyrangeh, çem û rûbar, kopîtkên çiya, kanî û daristan, şûnwarên dêrîn û dîrokî, lêbihurînî, singfirehî, jiyandostî, mêvanperwerîya xelkê Kurdistanê û demsalên salê û hemû bingehên din yê tûrîzmê ji bona pêşxistian warê geştiyariyê li herêma Kurdistanê rêxweşker in. gelek ji welatan, bi hev re, ne xwediyê van hemû tiştan e. Ew şansa herêma Kurdistanê ji bo tûrîzmê heye, derfetên mezin in. Me, li Herêma Kurdistanê ji bona binyatdanana sektora tûrîzmê ya pêşkeftî şanseke mezin heye ku, bikaribe bibe rûyek diyar yê tûrîzmê û bala hijmareke zêde ya tûrîstên biyanî li deverê û cîhanî ji bo ser Herêma Kurdstanê bikşîne.

Raste, rewşa dijwar û pirsgirêkan derfet nedaye weke pêwîst ev zengîniya di warê tûrîzmê de heye bê bikaranîn, lê ez, we dilrehet dikim ku, em dest jê bernadin û gav bi gav hemû şans û derfetên geştiyariyê li Herêma Kurdistanê dê bên bikaranîn. Ya ku di îmkanên me de be, ji bona em geştiyariyê bikin rûyek diyar û ber bi çav li Kurdistanê, em dê bikin. ji bona vê yekê jî, yek ji gavên sereke yên pirosesa çaksaziyê, binyatdanan û geşkirina înfrastruktura sektora taybet e li Herêma Kurdistanê……

Li gor tecrûbeya serkeftiya welatan, ji bona geşkirin û pêşxistina warê tûrîzmê , sektora taybet pêkhêner, beşdar û hevbeşeke serke û aktîv a pile yeke. Sektora taybet dikare înfrastruktureke saxelm ji bo geştiyriyê ava bike, Sermayerazandinê di wî warî de bike û pirojeyên emzin pêkbîne.....

Hikûmeta Herêma Kurdistanê hemû hevkarî û hêsankariyan ji sektora taybet re dike û jê re rê xweş dike daku bi awayekî berfirehtir di hemû warên sektora geştiyariyê de li herêma Kurdistanê sermayeyê xwe birazîn in. Ez bang li sermayedar û sektora taybet ya biyanî û navxweyî dkim û daxwazê jê dikim piştevanî û hêsankariyên hikûmeta Herêma Kurdistanê ji wan re dike, bikarbînin,  ji bona avakiirna sektora geştiyariyê li Kurdistanê sud û mifa ji hemû alî û derfetan werbigirin û werin li Herêma Kurdistanê sermayerazandinê bikin. Em, li Herêma Kurdistanê, ber bi qonaxeke nû gavan diavêjin, qonaxa normalîzebûn û çakbûna rewşa heye, qonaxa avakirina jêrxanî/înfrastrukrura tûrîzmê, pîşezaî û çandiniyê ye, qonaxek ku ew sê  sektor cîyê sektora neft û gazê bigir in û pilan heye ew bibin çavkaniyên sereke yên dahatiniyê û zêdetirîn derfetên kar di van her sê waran peyda bibin....

/grafik/uploaded/2016/NB_Pishangay_Geshtyari5__4-5-2017__2017_05_04_h13m52s7__SE.jpg

Ez daxwazê ji hemû aliyên peywendîdar li Herêma Kurdistanê dikim, sazî û rêxistinên warê geştiyarî, hêzên emnî li balafirxane û deriyên giştî, bi taybetî deriyên ser tixûbê navbera Herêma Kurdistanê û Îraqê de, di dema hatina tûrîstan de ji dever û bajarên din yên Îraqê bo Herêma Kurdistanê, dema  îş û kareke wan hebe bi rûyek geş ê şaristanî pêşwaziyê lê bikin û miamileke baş digel geştiyarên Îraqê de bikin û hemû alîkarî û hêsankariyan jê re pêşkeş bikin. Dema ew tên Kurdistan, ew tên welatê xwe û nabe bi tu awayî hest bi wê yekê bikin ku ew diçin welatek din. Bi hatina wan bazarê geştiyariyê, têkeliyên civakî tên vejandin.......

Raste, gelê Kurdistanê sê salên dijwar bi rê kirin û li hember gelek metirsî û azaran berxweda, lê bi xêra mêrxasiya pêşmerge, hêzên emnî û xwebexşan de, bi xêra hesta bilind ya welaperwerî û têgihiştina kurdistaniyan ji bo rewşa heye, rojên dijwar derbas bûn. Niha em ber bi paşerojeke geştir gavan diavêjin, ber bi destpêkirina qonaxa avakirin, binyatdanan û pêşxistina welêt diçin.....

Silav li hemû wan şehîdên li Îraqê di şerê dijî terorê de ji bona aramî û xweşkirina jiyana xelkê Îraqê şehîd bûn. Silav li pêşmergeyên mêrxas û hêzên emnî û xwebexiş li Kurdistanê ku ji bona parastian Kurdistanê bi şev û roj canê wan li ser dest e. Sipasiya xelkê xweragirê Kurdistanê dikim ku ji bona paşeroja Kurdistanê li hember dijwariyan xweragir bûn.

Piştras bin paşerojeke ronak û jiyaneke baştir li benda herêma Kurdistanê ye.