Kurdistan Regional Government


 

Herêma Kurdistanê û Xaça sor a Navdewletî pêdagiryî li ser alîkaiya hevbeş dikin

Roja Şemî 10-1-2017 Neçîrvan Barzanî Serokwezîrê Herêma kurdistanê pêşwaziya Peter Morier Serokê Komîteya Xaça Sor a Navdewletî (ICRC) û çandeka pê re kir.

Şanda mêvan bi spas kirina karasanî yên hikûmetê ji bo serdan kirina kempên koçberan û girtîgehan, pêdagirî li ser vê yekê kir pêwîst e civaka navdewletî  bi awayekê pitir alîkariya koçberan li Herêma Kurdistanê bike, ji ber ku pêşbînî dihê kirin hijmareka zêde ya koçberan ji ber rewşa na arama deverên xwe di nava kempan de bimînin.

Her wiha xuya kir wek Komîteya Xaça Sor a Navdewletî hewlê didin bi alîkariya sazî yên Hikûmeta Herêma Kurdistanê û rêkxistinê din, kursên şiyariyê derbarê xwe parastin ji mayin û teqînan ji bo koçberan vekin, bo vê yekê bikarin li dema vegra ji bo deverên xwe, xwe li hember mayin û teqînan bioarêzin.

Serokwezîrê Herêma Kurdistan ji aliyê xwe ve, bi spas kirina vê serdanê û kar û çelengî yên Komîteya Xaça Sor a Navdewletî, berhev bûna hikûmetê, bi taybetî Wezareta Navxwe ji bo hemû awayên alîkarî û kar hêsanî ji wan re xiste berçav.

Her wiha hêvî xwest Komîteya Xaça Sor a Navdewletî ji bo pirsa rêvebirina kempan û pêşkêş kirina xizemtên pitir ji wan re û li ber çav girtina pîwanên navdewletî li girtîgehên Herêma Kurdistanê hizrên baş pêşkêş bike.

Her du aliya  li dawiyê bal kişandine ser operasiyona azadkirna Musilê û hatina hijmareka zêde ya koçberan ji bo Herêma Kurdistanê û misoger kirina asayiş û xizmekarî ji wan re.